ROJANE
Hemû Nûçe
-
Di roja 290 a çalakiya Yukselê de êrîş: 4 kes hatin binçavkirin
Li ser Rêya Yukselê ku çalakiya 'karê xwe dixwazim' di roja 290'an de polîsan bi guleyên plastîk û ava îsotê êrîş kir, 4 kes hate binçavkirin. -
Sefîrê Tirk ê Siwêdê hat vexwendina Wezareta Karê Derve
Wezareta Karê Derve yê Swêdê, têkildarî girtinan Sefîrê Tirkiyeyê Kaya Turkmen vexwed wezaretê. -
Tevlîbûna AKEE ya bernameya CDÛ
Yekîtiya Karsazên Kurd ên li Ewropa (AKEE) tevlî bernama "axaftina havînê" ya partiya CDÛ fraksyona Frankfûrtê bû. -
Dixwazin medyayek yek rengî ava bikin
Rojnamevên Çukurovayê nerazîbûn nîşanî cardin girtinên saziyên çapemeniya azad dan û diyar kirin ku AKP dixwaze medyayek yek rengî ava bike. -
Serlêdana malbata Ocalan a ji bo cejnê hate redkirin
Serlêdana malbatên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ya ji bo hevdîtinê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê hate redkirin. -
Fermana birîna avê ji Enqerê hatiye dayîn
Xebatên hilweşandina malan a bi darê zorê ya li taxa Alîpaşa ya navçeya Sûrê ya navenda Amedê dewam dike. -
HDP: Çapemeniya azad wê teqez bijî!
Alîgira Hevserokê Giştî yê HDP’ê Olûç, diyar kir ku îktîdar herî zêde ji hêza medya muxalif ditirse û wiha got: “Çapemeniya azad wê teqez bijî." -
TJA: Em navê xwe li bin nûçeyên Gazete Şûjinê datînin
TJA li dijî girtina saziyên çapemeniya azad helwest nîşan da û got, ‘’li dijî hevkariya AKP-MHP’ê ku azadiya agahdarbûnê ji dest me werdigire em têkoşînê geş bikin.’' -
'Dema ku operasyona MÎT'ê ya li dijî PKK'ê têk çû, em sûcdar kir'
Berdevkê YNK'ê Sedî Ehmed Pîrê got, "MÎT'ê xwest li Silêmanî operasyonê li dijî PKK'ê bike û ji ber ku ev operasyon têk çû, nûnerê me yê Enqereyê Behroz Gelalî dersînor kir." -
HDP: Em xwedî li Şûjin û nûçegihaniya jinê derkevin
Jinên HDP'yî gotin, "Em bi Şûjinê re ne. Em ê bêdeng nebin, em ê her tim hêz û wêrekiyê bidin hev." -
Mohr li deriyê dîhaberê xistin
Polîsên dewleta Tirk, mohr li deriyê navenda ajansa nûçeyan a dîhaberê xistin, ku nîvê şevê bi biryarnameyê hatibû girtin. -
'Dema bi rê dikevin, talûkeya mirinê dest pê dike'
Karkerên demsalî yên ji Kurdistanê ji bo kar tên bajarên Tirkiyeyê, ji bilî pirsgirêkên aborî dibin hedefa êrîşên nîjadperestî. Rêveberê Şaxa ÎHD'ê yê Sakaryayê Muhammet Işik got, hê dema karker bi rê dikevin, talûkeya mirinê ji bo wan dest pê dike. -
Yildirim, Erdogan li derewê qeliband
Yildirim, Serokkomarê Tirk Erdogan ku gotî, 'bi Îranê re em diçine sefera Qendîlê' li derewê qeliband. -
15 girtî sirgûnî girtîgeha nû ya li Panosê hatin kirin
Li Girtîgeha Gumuşhaneyê, di nava 20 rojên dawî de cihê 89 girtiyan hate guhertin. 15 girtî sirgûnî girtîgeha Agiriyê hatin kirin ku hê jî 'Tîpa wê nediyar e'. -
Îfadeya 21 gundiyên Xîzanê ya li qereqolê temam bû
Li Xîzanê beriya bi 4 rojan bi gotina 'qeymeqam wê bi we re civînê bike' qereqolê bang li gundiyan kiribû. Gundiyên ku hatibûn binçavkirin îfadeya wan a li qereqolê temam bû. -
Malbata Ocalan ji bo cejnê serlêdana hevdîtinê kir
Malbatên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê, bi wesîleya cejnê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan ku biçin hevdîtinê. -
Weşanên hatin girtin: Em bêdeng neman, em bêdeng namînin!
Xebatkarên weşanên çapemeniyê yên dihaber, Gazete Şûjin û Rojeva Medya ku bi KHK’ê hatin girtin, diyar kirin ku ew vê hişmendiya qedexe dike baş dinasin û wê ji bo ronîkirina rastiyan bê navber bixebitin. -
CÎSST ji Desteya Şopandinê re got; Karê we ne sekreterî ye
Endamê CÎSST Mûstafa Eren, helwesta Desteya Şopandina Mafên Mirovan a Meclîsê ku erka xwe pêk nîne rexne kir û wiha got: "Karê we ne ew e ku hûn serlêdanan ji Serdozgeriya Komarê re ragihînin. Hûn ne karmendên postexanê ne." -
Li Antalyayê 7 kes hatin girtin
Hevserokên HDP'ê yên Bajarê Antalyayê Songul Şarki û Îhsan Nêrgiz û 5 kesên din ku şandin dadgehê hatin girtin. -
Bi mehan girtiyên nexweş naşînin nexweşxaneyê
Girtiyê Girtîgeha Balikesirê Şahabettin Sariyildiz, ji ber nexweşiyê her diçe çavê wî nabîne û her tiştî ji bîr dike. Girtiyên nexweş ên Şakranê jî sewqî nexweşxaneye nayên kirin û nayên dermankirin. -
Dîhaber: Emê bi biryardarî nehêlin ku rastî di tarîtiyê de bimîne
Dîhaber a ku bi biryarnameyê hate girtin, li ser "sedema girtinê" daxuyaniyek da û got," Dîhaber, ji ber ku got, 'wê rastî di nava tarîtiyê de nemîne' di nîvê şevê de hate girtin." -
Dîhaber, rojnameyên Şûjin û Rojeva Medya hatin girtin
Hikumeta AKP'ê du biryarnameyên nû yên di hukmê qanûnî de weşand. Bi van biryarnameyan rojnameya Rojeva Medya, Gazete Şûjin û Ajansa Nûçeyan a Dîcle Medya-Amed hatin girtin. -
Me serê xwe ji ‘yek rengiya’ faşîzmê re netewand û em ê netewînin
Siyasetmedarê Kurd Fûat Kav ê ku demeke dirêj di zindanan de mayî got, di rabirduyê de çawa ku wan li dijî cilên yek reng li ber xwe dabe, niha jî wê serê xwe ji rê ve re netewînin. -
Hem Erdogan rexne dike, hem jî li gorî daxwaza Erdogan tevdigere!
Kurdekî li Erzîromê di mîtînga HDP'ê ya hilbijartinên 7'ê Hezîranê de axivî, ji aliyê dadgeha Elman ve îfadeya wî hate girtin. Hat ragihandin, îfade li ser daxwaza Tirkiyeyê hatiye girtin. -
Rojeva Rojê
24'ê Tebax 2017 Bûyerên ku îro derketine li pêş..