Fermana birîna avê ji Enqerê hatiye dayîn
Xebatên hilweşandina malan a bi darê zorê ya li taxa Alîpaşa ya navçeya Sûrê ya navenda Amedê dewam dike.
Xebatên hilweşandina malan a bi darê zorê ya li taxa Alîpaşa ya navçeya Sûrê ya navenda Amedê dewam dike.
Ji bo di dema hilweşandina malan de ti alozî rû ne de, îro bi dehan wesayîtên zirxî yên polîsan, TOMA û tîmên polîsên çewîk hatin pêşiya taxa Alîpaşa yê. Hilweşîna li taxa Alîpaşayê ber bi dawî ve tê, beşa 2’emîn a dikeve çarçoveya hilweşînê taxa Lalebeyê di rojevê de ye.
Hat diyarkirin li taxê, ji beriya ku hilweşîn destpê bike berî 2 hefteyan ava hatiye birîn. Welatiyên taxê yên ku ji bo avê bên berdan serî li Şaredarî, Walîtî û Dîskiyê dane, bersiva “Tiştek ji destê me nayê, biryar ji Eenqerê hatiye daîn” rê raberkirin.
Hilweşîna ku ti daxwazên xwediyên malan li ber çavan nagirin, hilweşîna ku li taxê hatibû destpêkirin ber bi dawî ve diçe. Polîsna duh gelek herêmên taxê bi bendan dorpêç kiribû, bibû sedemê nerazîbûnan. Li taxa ku hê 30 mal li nav e, polîs bang dikin bê ku tiştek pêk were daxwaz dikin ku malên xwe vala bikin. Îro li gel mekîneyên hilweşînê bi dehan wesayîtên zirxî yên polîs û tîmên hêza çewîk hatin taxê. Herêmên ku hilweşîn lê didomin û bi bendan hetine dorpêçkirin, rê nadin ku rojnamevan bikevin wan cihan.
‘DEMA HILWEŞÎNA LI ALÎPAŞAYÊ BI DAWÎ BÛ, WÊ DOR BÊ ME JÎ’
Emrah Çinar ê li kolana Tarancî ya li Taxa Lalebey a nêzî taxa Alîpaşayê ye, destnîşan kir ku piştî hilweşandina nêzî hezar malan a li taxa Alîpaşa û şûnde gelek kes bi awayekî kêrdar hatine taxa wan bi cih bûne, anî ziman ku beşa 2’emîn a hilweşînê dora taxa wan e. Çinar diyar kir ku bi mehane ji vê rewşa hilweşînê bi fikar bûn, diyar kir ku eger xwedî li wan neyên derketin wê taxa Lalebeyê jî dîrokê bê jêbirin.
ENQERE RÊ BIDE WÊ AV WERE
Avdulvehap Kaya yê kul i Kolana Bel a taxa Lalebeyê dirûne jî diyar kir ku ev nêzî 2 hefte ne ku ava wan hatiye birîn, ji bo çareseriya avê serlêdan ji bo keye kirine û wiha got: “Em çûn gel keyeyê taxê. Keye got; ‘Dema ez li gel we diçim cihekê xwe bi min re aciz dikin. Dibêjin tu van li gel xwe tînî.’ Li ser vê em welatiyên taxê kom bûn û çûn şaredariyê. Wan berê me dan Walîtiyê. Walî li gel me ne civiya, rêeverê li wir berê me da Odeya Binesazî û Avê ya Amedê (DÎSKÎ). Rêveberên DÎSKÎ jî gotin; ‘Em nikarin vekin, ferman ji Enqerê hatiye. Li gorî biryara ji wir tên em tevdigerin.’ Eger ku taxa me nayê hilweşîn çima ev 2 heftene av hatiye birîn. Dema hilweşîna li Alîpaşayê bidawî bû, wê dor bê Lalebeyê û piştre jî dora taxên din e.Rêveber dibêjin tiştekî wisa nîne lê hilweşîn ji bo temamî Sûrê hatiye amadekirin.”