Malbata Ocalan ji bo cejnê serlêdana hevdîtinê kir

Malbatên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê, bi wesîleya cejnê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan ku biçin hevdîtinê.

Xwişk û birayên Ocalan Fatma Ocalan û Mehmet Ocalan, ji bo bi wesîleya cejnê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin, bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Malbat û xizmên girtiyên din ên li Îmraliyê jî, ji bo hevdîtinê bi wesîleya cejnê bikin, serlêdan kirin. Birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş Sabîha Aslan, bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Di serlêdanê de hat gotin, "Di navbera 28'ê Tebaxê û 4'ê Îlonê de, di rojeke guncaw de em dixwazin bi wesîleya cejnê hevdîtinê bikin."