Zivistan wê ji bo sewalkaran gelekî zehmet be
Sewalkarên li Wanê gotin, ji ber krîza aboriyê sewalkarî li ber qedandinê ye û anîn ziman ku zivistan wê ji bo wan hîn bi zehmet be.
Sewalkarên li Wanê gotin, ji ber krîza aboriyê sewalkarî li ber qedandinê ye û anîn ziman ku zivistan wê ji bo wan hîn bi zehmet be.
Ji aliyê sewalkariyê ve Wan di nava bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê de di rêza destpêkê de ye. Lê belê sewalkarî ji ber krîza aboriyê li ber qedandinê ye. Sewalkarên li Wanê tona êm bi 8 hezarî, tona ka jî bi 6 hezar TL'yî dikirin. Tê gotin, zivistanê tona êm bi 12 hezarî, tona ka jî bi 10 hezarî tê kirîn. Ji ber ku buha her roj zêde dibe, sewalkar bi fikar in.
'LI WELÊT XELA HEYE'
Sewalkar Hamît Emre anî ziman ku ji ber krîza aboriyê jiyana wan gelekî zehmet bûye, her tişt gelekî buha bûye, nikarin heywanên xwe bifiroşin û got, "20 sal in sewalkariyê dikim. Min heta niha krîzek, qiyameteke bi vî rengî nedîtiye. Welê li mirovan hatiye ku nema dikarin nan bibin mala xwe. Li welêt xela heye. Ji ber ku pere nîne mirov nikare tiştekî ji mala xwe re bikire. Ji ber ku pere bi mirovan re nema ye em nikarin heywanên xwe bifiroşin, di destê me de dimînin. Bi vî rengî dewam bike em ê dest ji sewalkariyê berdin."
'MIN REWŞEKE BI VÎ RENGÎ YA NEBAŞ NEDÎT'
Ferzende Işik jî ragihand ku li Wanê firotina ji bo derve nîne, berê bi dehan bazirganên biyanî ji Riha, Dîlok, Stenbolê dihatin Bazara Heywanan a Wanê, lê belê îsal bazirganek jî nehatiye. Işik got, "Niha 50 heywanî bikirim wê di destê min de bimîne, kes wê nekire. Kar sekinî ye. Bazirganiya heywanan baş nîne. Krîza aboriyê bandor li her kesî kiriye. 26 sal in li vê qadê sewalkariyê dikim, lê belê min heta niha rewşeke bi vî rengî ya nebaş nedîtiye. Buhayê êm û ka gelekî zêde ye. Buha wê hîn zêde bibe."
'DEWLET BERPIRSYARÊ VÊ YEKÊ YE'
Mehmet Emre jî got, "Di vî halî de wê kar çawa bê kirin? Em berê dixebitîn, 100 TL me qezenç dikir. Bi vî 100 TL'yî min debara mala xwe dikir. Îro hezar TL qezenç dikim, lê bi vî pereyî nikarim tiştekî bikirim. Qîmetê pereyê me nema ye, aborî têk çûye. Tonek ka bûye 5 hezar TL. Bi vî buhayî em ê çawa ji heywanan qezenç bikin? Berpirsyarê van hemûyan dewlet e. Çareseriyê neafirîne."
'SEWALKARÎ QEDIYA YE'
Bûrhan Aslan got, "Her tişt gelekî buha bûye. Ji ber vê jî em ne karin heywanan bikirin, ne bifiroşin û ne jî xwedî bikin" û wiha dewam kir, "Yanî sewalkarî qediya ye. Tiştekî bi navê sewalkariyê nema ye. Li vê qadê bi sedan mirov hene lê kes nikare heywanekê bifiroşe. Krîz heye. Tonek ka bûye 6 hezar Tl, tonek êm bû 8 hezar TL. Ne tenê ev, her tişt buha bûye. Mirov perîşan bûne. Sedema krîza aboriyê Erdogan e."
'ZIVISTANA ÎSAL WÊ GELEKÎ ZEHMET BE'
Kadîr Kiyak jî got, "Ne tenê buhayê heywanan, buhayê her tiştî zêde ye. Pere bi mirovan re nîne. Pere bê qîmet bûye. Mazot û êmê heywanan gelekî buha ye. Yanî jiyana me gelekî zehmet bûye. Zivistana îsal wê gelekî zehmet be."