Zîlan li Goteborgê hate bibîranîn

Zeynep Kinaci (Zîlan), ku di sala 1996'an de li Dersimê çalakiya canbexşane pêk anî, li bajarê Goteborg ê Swêdê hate bibîranîn.

Civîna bîranînê ji aliyê Navenda Çanda Kurd a Demokratîk a Goteborgê û Malbatên Şehîd û Gaziyan ve hate lidarxistin. Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna Kinaci û şehîdên şoreşê dest pê kir.

Piştre Dilwîn Anz, helbesta ku li ser kekê xwe Şehîd Rûbar û şehîdên şoreşê nivîsî xwend. Dûre sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna Kinaci hate nîşandan.

Berdevkê Komîsyona Malbatên Şehîdan Ahmet Rojava û kekê Şehîd Polat Herekol Mamoste Feyzî qala wateya şehîdan ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd kirin.

Di civîna bîranînê de helbesta Mûammer Suer hate xwendin, ku Suer ji Goteborgê tevlî nava refên gerîla bûbû û di sala 1997'an de li Elkê şehîd bûbû.