Zextên li girtiyên li Amedê zêde bûn
Li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Hejmara 2'emîn a Amedê, zextên li ser girtiyan zêde bûne. Malbatan di nava rojekê de 8 caran serî li ÎHD'ê dan.
Li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Hejmara 2'emîn a Amedê, zextên li ser girtiyan zêde bûne. Malbatan di nava rojekê de 8 caran serî li ÎHD'ê dan.
Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Amedê bi zext û binpêkirinan di rojevê de ye. Di rojekê de 8 xizmên girtiyan piştî binpêkirinên di dema hevdîtina vekirî de serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê dan.
Ji serlêderan Hanim Eleftos got ku di dema hevdîtina bi hevjînê xwe Xemgîn Eleftos de rastî zexta gardiyanan hatiye. Eleftos, wiha got: “Destûrê nadin ku em silavê bidin girtiyên din ên hatine cihê hevdîtinê. Girtî nikarin ji çalakiyên weke çêkirina resman, lêxistina enstrumanan û hwd. sûdê bigirin. Girtiyên nexweş baş nayên tedawîkirin. Bi qasî tê xwestin dernaxînin cihê hewadariyê. Bihayên tiştên li kantînê zêde ne û vîtamîna xwarinan pir kêm e. Gotin ku heke ev zext bi dawî nebin, dê dest bi greva birçîbûnê bikin.”
Eleftos, destnîşan kir ku zêdebûna zextan girêdana xwe bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye û banga hestiyariyê li raya giştî kir.
Dayika girtî Sabrî Yilmaz a bi navê Sabriye Yilmaz jî diyar kir ku kurê wê ev 10 sal in girtî ye û wiha got: “Nexweşiya dil pê re heye. Her wiha nexweşê gurçikan e. Divê bi rêk û pêk were tedawîkirin. Divê her mehê biçe nexweşxaneyê lê 3-4 mehan carekî dibin. Rapora wî heye ku divê 6 dermanan bi kar bîne lê tenê 4 dermanan didin. Ew derman jî di dema xwe de nayên dayîn. Dema dibin nexweşxaneyê û tînin û di dema tedawiyê de kelemçe lê tê ferzkirin.”
Yilmaz, got ku her tim bi ser qawîşên girtiyan de tê girtin û pirtûkên girtiyan tên desteserkirin. Yilmaz, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema em cil û bergan dibin, bi hinceta rengan nadin girtiyan. Di dema hevdîtinê de lêgerîna tazî li me tê ferzkirin. Xwarina kesekî didin 3 kesan. Xwarinên didin girtiyan bihîjyen nînin û bi qasî tê xwestin ava paqij nadin.”
Yilmaz, da zanîn ku li dijî van zextan serî li ÎHD’ê dane û axaftina xwe wiha qedand: “Bila zextên li ser girtiyan bi dawî bibin. Bila girtiyên nexweş bên dermankirin. Bila hemû kes li dora girtiyan bicive û xwedî li wan derkeve.”