Zextên li girtîgeha Sêrtê zêde bûn

Zextên li girtîgeha Sêrtê zêde bûn

Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Sêrtê, zextên li girtiyan roj bi roj zêde dibin.

Girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Sêrtê tên ragirtin, serî li Şaxên ÎHD û TUHAD-DER'ê dan û dan xuyakirin ku zextên li girtîgehan li wan tên kirin, zêde bûne. Girtiyan ragihandin, ku ji saetên hevdîtinê heta tenduristiyê di gelek mijaran de astengî derdikevin pêşiya wan û xwestin, dawî li zextan bê anîn.

Girtiyan diyar kirin, ku eger pirsgirêkên tên derxistin neyên çareserkirin, ew ê serî li çalakiyên cuda bidin û banga hişyariyê li raya giştî kir.