Hate ragihandin ku, girtiyên li 2'emîn Girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirine rastî lêgerîna tazî tên, mafên ragihandinê tê astengkirin, vîtamîna B1 nadinê û tên darpkirin.
2'emîn Girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê gelek caran bi binpêkirina mafên mirovan û îşkenceyan tê rojevê û herî dawî hate zanîn ku, girtiyên bi armanca şertên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên azadî, ewlehî û tenduristî bên sererastkirin û mafên kurdan yên demokratîk bên qebulkirin dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger kirin tên darpkirin û astî lêgerînên tazî tên.
Ji girtiyên dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin Mazlûm Dîkmen zextên li dijî wan pêktên ji Prz. Ayşe Acinikli re vegotin. Dîkmen diyar kir ku, piştî hevdîtina parêzeran rastî lêgerîna tazî tên û dema vê yekê qebûl nekin tên darpkirin. Dîkmen da zanîn ku, kesên tevlî çalakiyê bûn tên darpkirin û vîtamîna B1 nayê dayîn. Dîkmen anî ziman ku, nameyên di nav de peyva gireva birçîbûnê derbaz dibe nadin wan û rojnameyan jî bi hinceta girtîgehiyan "xirab dike" nadin wan.