Reza Zarrab dema ku di 7 rojên pêşî yên danişînê de îfade dayî dema ku rastiyên ku berê li Tirkiyê derketin holê vedigot û AKP’ê li ser dinixumand vedigot, bi taybetî bal kişandibû ser fermana R. Tayyîp Erdogan. Zarrab di îfadeya xwe de dema ku bi şemayan derdorên ku bertîl dayî wan vedigot, îdîa kiribû dema ku ew li girtîgeha federal bû girtîyekî hewl dabû ku wî kêr bike.
Di pergalê de ya bi navenda Zarrab ku bi armanca rakirina amborgoya navnetewî bû, ji Îranê di ber petrol û gaza sirûştî dirav pêşî diçûne Halkbankê û bankayên di û wiha ev dikirin zêr. Ev zêr bi rêjeyeke zêde ji bo Mîrektiyên Ereb ên Yekbûyî dihatin îxrackirin, piştre bi neqdî ji Îranê re dihatin veguhaztin û Îranê ev di qada navnetewî de bi kar dianî. Zarrab li xwe mikur hatibû ku li gel zêr wan bi bazirganiya zad jî amborga rakiribûn.
Hin kitekitê ku Zarrab di danişînên 7 rojan de qebûl kirin wiha ne:
45-50 MILYON EURO BERTÎL TENÊ JI BO ÇAGLAYAN
Zarrab ku heftiya bihurî di danişînan de bi rengê şahid îfade dabû û Midûrê Giştî yê Halkbangê Hakan Atîlla bi rengê bersûc îfade dabû wiha gotibû: ‘’Hevkarî û qebûlkirina berpirsyariyê ji bo derketin ji girtîgehê rêya herî bilez bû.’’
Di roja pêşî ya danişînê de ku jûrî jî lê hazir bû Zarrab got nêzî 45-50 milyon Euro bertîl dane Wezîrê Berê yê Aboriyê Zafer Çaglayan û ji bo ku li Banka Aktîfê jî hesabekî wiha were kirin, Wezîrê Berê yê Yekîtiya Ewropayê Egemen Bagiş bûye alîkar. Li gorî Zarrab her roj 5-10 milyon Euro pere lê dihatin razandin.
ERDOGAN BIXWE FERMAN DA BANKAYAN
Di roja duyê ya danişînê de Zarrab diyar kir ku bertîl dane Midûrê Berê yê Halkbankê Suleyman Aslan û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan jî çerxa bertîlê pejirandiye. Zarrab gotibû, ‘’Serokwezîrê wê demê Erdogan û Wezîrê Darayî Alî Babacan ji bo ku ev bazirganî dest pê bike ferman dabu Serokwezîr Erdogan û Babacan ji bo ku karê bi Îranê re (bazirganiya zêr) bibe, ferman dabûn bankaya Vakifbankê û Zîraatê.
LI GEL ZÊR BAZIRGANIYA XEYALÎ YA ZAD JÎ KIRINE
Heftiya bihurî, di roja sêyan a Danişînê de, dadgerê dozê Rîchard Berman derbarê hin guhdarîkirinan fikarên xwe gotin û vê mohra xwe li danişînê dabû. Dadger dema ku li axaftinekê guhdarî dikir bal kişande ser ‘berfirehbûna kar’ ji Zarrab pirsîbû bê ka dengê tomarkirî rast e yan na. Her çendî nayê payin ku Tirkiye di vê derbarê de hevkariyê bike jî tê payin Zarrab naverokê bipejirîne.
Di heman danişînê de nameyek hatibû rojevê ku Zarrab ji Serokkomarê berê yê Îranê Mahmûd Ahmedînecad re şandibû. Zarrab her wiha gotibû li gel bazirganiya zêran ya ji bo ku pereyên petrol û gazê yên ku ji Îranê distînin bidin, bazirganiya zad a xeyalî jî kirine.
AGAHIYÊN EWRAQÊN QELP WÊ ÇAWA WERIN AMADEKIRIN ATÎLLA DA
Zarrab diyar kir ku Hakan Atîlla ‘agahiyên kirîtîk’ ên ji bo amadekirina belgeyên qelp dane. Zarrab her wiha diyar kiribû, 100 hezar dolar bertîl daye kurê Wezîrê berê Navxeyî yê Tirk Mammer Guler ku wêneyî şandî Zarrab kiribûn.
1 JI SEDÎ KOMÎSYON JI BO RÊVEBERÊN HALKBANKÊ
Zarrab behsa ‘komîsyon’ên ku bi navê bazirganiya zad û zêran a bi Îranê re dayî Halkbankê jî kir û got ev jî ‘herî pir 1 ji 100’î bûye’. Lê ev rêje bixwe jî meziniya bazirganiya ku hatî kirin nîşan dide. Ji ber ku, gotibû bertîla ku tenê dayî Zafer Çaglayan 45-50 milyon Euro ye.
Zarrab tomareke deng ku li dadgehê dane guhdarîkirin û axaftineke bi telefonê ya ku alîkarê xwe Abdullah Hoppandî re kirî pejirandibû û qebûl kiribû ku bertîla ku dane rêveberen Halkbankê axivîne.
PERE BI ÎCRACKIRINA QELP A ZAD HATINE PAKKIRIN
Zarrab di îfadeya xwe de got wan ti zad ji Îranê re ne şandiye, ji bo sewkîyatê piştî ku belgeyên ku ji wan xwestine pergala ku ava kirin derketiye holê. Zarrab got li keştiyeke ku barê wê 14 ton bûn 25 ton gida danîne û karmendên bi qedemeya jêr bi vê rewşê derxistine.
Zarrab dibêje di sewkîyeta gênim de jî şaşiyeke wan derketiye holê û piştî ku di sewkîyeta gênim de ya ku jêdera wê Dubaî hatibû nivîsîn lîstika wan derketiye holê, ji ber ku li vî welatî genim naye çandin.
Zarrab got xebatkarên bi qedema jêr a Halkbankê sewkîyeta qelps a zad dîtine û li ser vê bi Mehmet Haka Atîlla re axivtiye.
DEMA KU BALAFIRA TIJE ZÊR HATE ZEVTKIRIN BI BERTÎLÊ BIRIN DUBAÎYÊ
Di roja 5’an a danişînê de li xwe mikur hatibû ku 2013’an balafirek tije zêr ji Ganayê hatibû balfirgeha Stenbolê. Ev bûyer ji hêla Babek Zencanî ve jî hatibû qebûlkirin, ku Zencanî hevkarê Zarrab e û bi sedema ku petrola Îranê aniye ser hesabê xwe cezayê darvekirinê lê hatibû birîn. Zencanî qebûl kiribû ku wê barê balafirê bikirina naqîd u ji bo ku wê bibin Dubaiyê bertîl dane.
‘’PARÊZERÊN MIN BI RÊYÊN SIYASÎ HEWL DAN KU WERIM BERDAN’’
Zarrab diyar kir ji parêzerên wî, Şaredarê berê yê New Yorkê Rûdolp Gîulîanî û Wezîrê berê yê Dadmendiyê Mîchael Mukasey ji bo ku ew were berdan ji hêla siyasî ve hewl dane. Derketibû holê ku di mehên pêşî yên vê salê de Gîulîanî û Mukayes bi Serokkomarê Tirk Erdogan re rûniştine û bazar kirine.
DAHATA BAZIRGANIYÊ YA BI ÎRANÊ RE 100-150 MÎLYON DOLAR E
Zarab diyar kir ku ji bazirganiya bi Îranê re 100-150 miluon dolar bi dest xistiye lê di îfadeyên xwe yên berê de diyar kiribû ku 45-50 dolar bertîl daye Wezîrê berê yê Aboriyê Zafer Çaglayan. Zarrab diyar kiribû ku wî bertîl dabû Egemen Bagiş û kurê Wezîrê Navxweyî yê Tirk Muhammer Guler, Bariş Guler jî.
GIRTINA ATÎLLA ŞOK KIRIYE
Di danişîna 6’an de qebûl kiribû bi girtina Hakan Atîla ‘şok bûye’.
HEWL DANE KU VEŞÊRIN KARÊ KU EW DIKIN TI TÊKILIYA XWE BI ÎRANÊ RE NÎN E
Zarrab got pergala xapandinê ya navnetewî ku di ser Halkbankê re dikirin tenê ji hêla rêveberên paybilind ve dihate zanîn û got, ‘’Ên ji qedemeya jêr nizanîbûn ku em çi dikin’’. Zarrab di îfadeya xwe de li xwe mikur hat ku wan hewl dida ku veşêrin karê ku ew dikin ti têkiliya xwe bi Şîrketa Neftê ya Navnetewî ya îranê re (Nef-î Îran /NIOC) nîn e.
HEWLDANA KU ATÎLLA LI GORÎ ALÎKARÊ DÎ YÊ SEROK BÊ SÛC NÎŞAN BIDIN
Di roja 6’an de parêzerên Hakan Atîlla pirsên xwe li ser dozê bêhtir bi hewldana ku rola miwekîlê wan di pergala xapandinê de ‘jirêzê’ ye pirsên xwe kirin. Parêzerên Atîllah hewl didin ispat bikin ku ‘rayeya biryardayinê’ ya alîkarê midûrê berê yê Halkbankê Levent Balkan e ku ji karê navnetewî yê bankayê berpir se.
ŞÎRKETÊN QELP BI BAYAR AVA KIRINE KU BI GULER RE TÊKILDAR E
Zarrab her wiha qebûl kir ku têkiliya wî bi Ruhçan Bayar re jî heye ku Muammer Guler têkiliya wan daniye. Zarrab diyar kir ku di axaftinê wan plan danîne ku 3 şîrketên dî yên qelp jî çêbikin û ev dane ber xwe. Li gorî Zarrab peywirdarê cameweriyê ku bertîlê bi rengê pereyan qebûl nakin,bila saetan bidin wan.
DEMA KU AXIVÎ DEST LI SER MAL Û MILKÊ WÎ DANÎN
Zarrab piştî ku bi rengê şahid îfade da got dest li ser mal û milkê wî yên li Tirkiyê danîne û her wiha dema ku ew li girtîgehê bûye girtiyekî kêr lê kişandiye û hewl daye ku wî bikuje. Ev îdîaya ku girtiyekî hewl daye ku wî bikuje tê rapirsîn.
RAYEDARÊN TIRKIYÊ DIZANÎN KU DAHATA WÎ JI KÛ DIHAT
Zarrab got rayedarên Tirk dizanîbûn ku dahata wî ji kût ê û beriya niha di daxuyaniyên xwe de ya ji bo raya giştî ya Tirkiyê, dema ku behsa pergala bertîl û xapandinê ya ku bi Îranê re danîne vedigot, balkêş bû ku gotibû kirinên wan ‘di nav çarçoweya yasayên Tirkiyê de ne’’.
Zarrab diyar kir, dema ku li Tirkiyê hatî girtin derew li dozgeran kiriye û li DYA’yê jî dema ku hatî girtin derew li FBI’yê kiriye. Zarrab got wî pêkirinên DYA’yê binpê nekiriye.