Zarokên mafên wan hatine dizîn li benda edaletê ne

Zarokên mafên wan hatine dizîn li benda edaletê ne

20'ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê ku bi salane li ser kaxizê heye, careke din bi tabloyeke trajîk tê pêşwazîkirin. Bi sedan zarokên kenê wan, pêşeroja wan û jiyana wan jê hatiye dizîn, li benda rastî û edaletê ne.

Tirkiye, welatekî ku Danezana Mafên Zarokan a Cenevre û Peymana Mafên Zarokan a NY bi tenê li ser kaxizê nas dike ye. Tabloya di çaryeka dawî ya sedsalê de derket holê, terora dewletê nîşana dide. Ûgûr Kaymaz, Ceylan Onkol, Berkîn Elvan bi tenê çend ji sedan zarokên jiyana wan ji dest hatine girtin.

Ji binpêkirina mafê jiyanê heta îstîsmarê, ji şîdet û îşkenceyê heta talankirina kedê bi sedhezaran, dibe ku bi mîlyonan zarok li Tirkiyeyê di bin siya îstîsmar, kedxwarî, şîdet û çekê de hewl didin bijîn!

Li gel van hemûyan, mirina bi sedan zarokên di bîlançoya şerê 30 salan xwe rû da, parçeyek ji vê rastiya trajîk e. Di heman demê de şîdeta dewletê ya li qereqolan û girtîhan jî aliyekî din ê vê rastiyê ye.

WELATÊ KU KIRYAR LÊ NE DIYAR IN, EDALET BI TENÊ TABELA YE

Li Tirkiyeyê ku pesnê xwe dide li gelemperiya cîhanê bi tenê ew xwedî cejneke zarokan e, ya bi serê zarokan tê aliyê din ê madalyonê ye. Bi gotineke din li Tirkiyeya ku veguheriye goristana zarokan, kiryarên bi sedan zarokên hatine qetilkirin hînê ne diyar e! Edaleta ku tê de nîqaşên heqîqet û rûbirûbûnê her dewam dike jî, bi ti awayî bicih nayê û di avahiyan de bi tenê weke tabelayê dimîne.

Li Tirkiyeya ku kujerên zarokan mafdar tên dîtin, 20'ê Mijdarê jî bi tenê weke "mafekî" li ser kaxizê mayî ye...

TEMAŞEKIRINA LI ÇARYEKA DAWI YA SEDSALÊ TÊRÊ DIKE

Li gorî daneyên ÎHD'ê, di pêvajoya şerê ji ber pirsgirêka Kurd de, ji ber sedemên; gulereşandina polîs û leşkeran, avêtina bombeyê, teqîna teqemeniyên li herêma leşkerî û bermayînên mayînan de 570 zarok di çaryeka dawî ya sedsalê de jiyana xwe ji dest dane. Ji van nêzî 200 zarok di 12 salên desthilatdariya AKP'ê de jiyana xwe ji dest dan. Ji van zarokan carna "terorîst", carna "çalakger" carna jî "qaçaxçî" hat gotin.

Komkujiya Roboskî ya 3 sal li dû xwe hişt jî, rûpelek trajîk a vê dîroka bi xwîne. Ji 34 Kurdên bi awayekî vekirî hatin qetilkirin 19 jê zarok bûn. Zarokên li Roboskî hatin qetilkirin, hînê li benda edaletê ne.

EV BIRATIYEKE ÇAWA YE, RÛBIRÛBÛNEKE ÇAWA, HEMBÊZKIRINEKE ÇAWA YE?

Di van mirinên zarokan de xaleke din a balê dikşîne ew e, ku AKP'ê kujerên zarokan vedişêre û wan diparêze. AKP a ku dibêje çareseriya pirsgirêka Kurd dixwaze û dixwaze bi paşerojê re rû bi rû bimîne, bi veşartin û parastina kujerên zarokan re wê çawa çareseriyê pêk bîne, wê rûbirûbûn çawa pêk were?

ZAROKÊN LI BENDA EDALETÊ NE...

Li gorî salan, komkujiya zarokan ku mîna bîrdariya şermê ya Tirkiyeyê ye, di çaryeka dawî ya sedsalê de wiha ye: Di sala 1989'an de 2, di 1990 de 21, di 1991'ê de 12, di 1992'an de 116, di 1993'an de 66, di 1994'an de 86, di 1995'an de 7, di 1996'an de 6, di 1997'an de 7, di 1998'an de 2, di 1999'an de 12, di 2000'î de 3, di 2004'an de 1, di 2006'an de 8, di 2008'an de 1, di 2009'an de 3, di 2010'an de 6, di 2011'an de 28, di 2012'an de 10, di 2013'an 3 û di 2014'an de 1.