'Zarokên Kurd nayên xapandin; dixwazin hin tiştan vebêjin'

'Zarokên Kurd nayên xapandin; dixwazin hin tiştan vebêjin'

Fêrkara Pêşxistina Zarokan Koman, diyar kir ku zarok li her qadê rastî şîdetê tên û sala buhrî  dewlet bûye sedema mirina 33 zarokan. Koman da zanîn şîdeta li dijî zarokan ne qedexe ye û bertek nîşanî girtina zarokên Kurd da. Koman got: “Dema zarok tevlî çalakiyan dibin an jî diçin çiyayan, nayên xapandin, dixwazin tiştekî îfade bikin; daxwazên xwe tînin ziman. Di salekê de 71 zarok bûn qurbana cînayetên kar."

Bi wesîleya 20’ê Mijdarê Roja Mafê Zarokan a Cîhanê em bi Fêrkara Pêşxistina Zarokan a Komeleya Zarokan a Gundem, Ezgî Koman re axivîn.

DEWLET BÛ SEDEMA MIRINA 33 ZAROKAN

Koman diyar kir ku zarok li ser qadê rastî şîdetê tên û got: “ NY’ê 5 qad diyar kirine; mal, dibistan, kolan, saziyên girtî û qada jiyana kar e. Li Tirkiyeyê zarok li hemû qadan rastî şîdetê tên. Şîdeta fizîkî, psîkolojîk û zayendî.  Yek ji van girantir dibe. Mînak zarokên Kurd rastî şîdeta polîsan tên. Carinan bav, carinan dewlet, carinan polîs û carinan jî xebatkarekî cemawerî şîdetê dikin. Ji ber ku zarok her tim bêhêz û bêparastin e şîdetê dibîne. Sala buhrî yanî di 2013’an de 33 zarok mirin. Her şîdeta fîzîkî rê li ber xesarên hestyariyê jî vedike. Jiyana zarok belav dibe. Dema bixwaze berdewam bike jî rewşên travmatîk dertên holê.

HEBÛNÊN DIVÊ BÊN TERBIYEKIRIN

Koman diyar kir ku bi taybet li Tirkiyeyê şîdeta li ser zarokan rewa tê dîtin û got: “Zarokan wek hebûnên ku divê bên terbiyekirin tê dîtin. Ji ber vê jî şîdet belav dibe. Li Tirkiyeyê zarok cuda tên fêmkirin.  Wek kesên qels, hewcedariya wan bi parastinê heye tên dîtin, carinna jî berevajî vê! Mînak zarokên Kurd dikarin wek terorîst bi nav bikin. Ev 30 sal e zarokên Kurd di vê atmosfera bêpevçûn de bi bandor bûn. Her tim rastî şîdetê hatin. Bûn şahidê mirinan.

Di 2005’an de li Mersînê bûyereke provokasyonê ya şewitandina alê hebû. Wê demê fermandarê giştî zarok hedef nîşan dan.  Di 2006’an de jî Serokwezîrê Tirk Erdogan got ‘Zarok be, jin be jî hûn ê li rondikên çavan nenêrin’ û wê demê 6 zarok hatin kuştin, gelek hatin girtin, rastî cezayan hatin. Astengkirina perwerdeya bi zimanê dayikê jî şîdet e. Nahêlin xwe îfade dikin."

NAYÊN XAPANDIN DIXWAZIN TIŞTEKÎ BIKIN

Koman da zanîn ku dema zarok tevlî çalakiyan dibin an jî derdikevin çiyayan nayên xapandin, dixwazin tiştekî îfade bikin. Koman axaftina xwe wiha berdewam kir: “Daxwazên xwe tînin ziman. Lê kes naxwaze fêm bike. Pêvajo tê axaftin lê pêvajoya ku zarok têde aktîf rol negirin, dibe ku bikeve zehmetiyê.

Mafê zarokan jî wek zarok hene. Divê ev neyên piştguhkirin. Ji mezinan cudatir hewcedariyên wan hene. Lê wek hev in.  Zarok ne hebûneke ku ne dewlet û ne jî dê û bav xwediyê wan e. Divê bi tena serê xwe wek hebûnek bên hesibandin. Sala buhrî di encama îhmalê de zarokên jiyana xwe ji dest dane,  406 in. Ji van 182 di qezayên trafîkê de, 44 di qezayên malê de, 46 di şewatan de, 9 ji gaza sobeyê, 13 ji jehrîbûnê, 5 ji elektrîkê, 101 li bajar û gundan jiyana xwe ji dest da.

ZAROKÊN KEÇ

Zarokên keç li gorî zarokên kur zêdetir rastî pirsgirêkan tên. Rastî şîdeta zayendî tên. Di temenê biçûk de tên zewicandin.naçin dibistanê.”

Li ser pirsa, ‘.Çima zarok serî li şîdetê dide?' Koman wiha got: “Îhtîmaleke mezin jiyaneke bi şîdet û îhmal heye. Dema ku hewcedariyên hestyarî û psîkolojîk ên zarok neyên dayîn zarok serî li şîdetê didin. Mînak di sala 2013’an de 7 zarok ji ber şîdeta hevalên xwe jiyana xwe ji dest dan. Qanûna Parastina Zarokan heye, lê gelek kêmasî hene. Di encama hinek têkoşînan de hinek guhertin hatin kirin."

DI SALEKÊ DE 71 ZAROK RASTÎ CÎNAYETA KAR HATIN

Koman diyar kir ku ev 10 sal e di karkeriya zarokan de kêmbûnek tune û got, "Berevajî vê bilind bûye. Gelek zarokên bê qeyd dixebitin hene. Yên temenê wan ji 15 salan zêdetir bê sîgorte tên xebitandin. Di 2013’an de herî kêm 71 zarok rastî cînayeta kar hatin."

Koman bal kişand ser zarokên Sûriyeyê û got: “Divê ji bo wan sazbûna jiyanek nû bê avakirin. Divê zarokên Tirkiyeyê û Sûriyeyê fêrî hev bibin ku bi hev re bijîn. Ji ber ku gotinên nefretê zêde bûne. Ji rewşa mezinan zarok ne muaf in.”