Zarokên Kobanê: Em naxwazin zimanê Tirkî fêr bibin!
Zarokên Kobanê: Em naxwazin zimanê Tirkî fêr bibin!
Zarokên Kobanê: Em naxwazin zimanê Tirkî fêr bibin!
Qeymeqamê Pirsûsê yê îdîa dike ku zarokên Kobanê dixwazin fêrî Tirkî bibin, rastî nerazîbûneke tund a mamoste û zarokên li wargehên Arîn Mîrxan, Kader Ortakaya, Kobanê, Sûphî Nejat Agirnasli û Rojava, hat.
AFAD li Navçeya Pirsûsa Rihayê li şûna daxwaza welatiyên Kobanê ya perwerdeya Kurdî, perwerdeya bi zimanê Erebî dide welatiyan. Welatiyên ji Kobanê hatin wargeha AFAD'ê bi cih bûn, di şert û mercên dijwar de jiyana xwe didomînin. Welatiyan diyar kirin ku di bin êrîşên polîs û leşkeran de dijîn û di konan de perwerdehya Tirkî, Erebî û Olî dibînin. Zarokên di konbajarên AFAD'ê de dijîn bi bişavtinê re rû bi rû man e. Her wiha roja bihurî Qeymeqamê Navçeya Pirsûsê diyar kiribû ku dê li Pirsûsê kampa hejmara wê 30 hezar kes bê vekirin û di van konbajarên de dê zimanê Tirkî fêrî wan bikin. Qeymeqam her wiha îdîa kir ku zarokên Kobanê dixwazin fêrî tirkî bibin. Mamoste û zarokên li wargehên Arîn Mîrxan, Kader Ortakkaya, Kobanê, Sûphî Nejat Agirnasli û Rojava dimînin nerazîbûn nîşanî qeymeqam dan.
Mamosteya Perwerdeya zimanê Kurdî Narîn Hamo nerazîbûn nîşanî îdîayên qeymeqam da û da zanîn ku zimanê kurdî berî herî tiştî tê. Hamo destnîşan kir ku heta neha xwestekek ji bo hîn bûna zimanê Tirkî qet ne hatiye kirin û zarokên di perwedeyê de zimanê dayika xwe bi kelecanekê fêr dibin. Hamo bi lêv kir ku ev derew bê tamûlî zimanê kurdî ye û wiha axivî: "Zimanê zikmakî wek şîrê dayikê pîroz e. Ev derew ji aliyê kê ve hatibe derxistin, ew dijminê Kurdan e. Ev plansaziya plana bişavtinê ye. Em ê zimanê Tirkî çi bike? Dema Kobanê azad bibe em ê biçe Kobanê û em ê bi zimanê xwe biaxivin. Em li Kobanê zimanê Tirkî na axivin û ew ziman ji me re jî nabe.
Xwendekarê bi navê Xelîl Fethî jî diyar kir ku ew li benda azadiya Kobanê ne û ji bo zimanê dayika xwe demildest fêr bibin şev û roj dixebitin. Fethî da zanîn ku ew naxwazin zimanê Tirkî hîn bibin û got ku zimanê zikmakî rûmeta mirovatiyê ye û wiha dom kir: "Em naxwazin biçin konbajarên wan. Em li vê derê baş in. Gelê Pirsûsê baş li me dinêre. Em tiştekî dewletê naxwazin, bila dest ji zimanê me berde bes e."
'ZIMANÊ DAYIKÊ PÎROZ E Û PIR XWEŞ E'
Berfîn Mahmûd Şêxo jî nerazîbûn nîşanî helwesta qeymeqam da û got: "Zimanê me pir xweş e. Zimanê dayikê pîroz e. Em ê li ser vê helwesta wan, em ê zimanê xwe fêr bibin û ji bo pêşketina zimanê me em ê her tiştî bikin. Zimanê wan ji me re ne pêwîst e û em naxwazin biçin kampa wan. Bila dest ji me û zimanê me berdin."