Zarokên Anter: Bila neviyên Apê Musa nemirin

Zarokên Anter: Bila neviyên Apê Musa nemirin

Zarokên Apê Musa Dîcle Anter û Rehşan Anter bi armanca piştgiriyê bidin gireva birçûnê ya girtiyan dê rojekê têkevin greva birçîbûnê. Dîcle Anter li Êlihê û Rehşan Anter jî dê li Îzmîrê bikeve grevê. Malbata Anter ji bo girtiyên di grevê de ne banga hestiyariyê li rayagiştî kir.

ji malbata Musa Anter Dîcle û Rehşan Anter roja sêşemê bi armanca piştgiriyê bidin greva birçûnê ya girtiyan ku kete roja 40’emin rojekê dikevin grevê. Dîcle û Rahşan Anter diyar kir ku bi çalakiya xwe armanc dikin ku bala rayagiştî bikişînin û destnîşan kirin ku li welat hêj pêkûtiyên nemirovane û polîtîkayên şerê qirêj didome.

GER ERDOGAN NAFIKIRE PIRSGIRÊK YA WÎ YE

Malbata Anter di daxuyaniya xwe de wiha got: “Îro girtiyên siyasî di rojiya mirinê de ne û ev ne çapemeniyê de û ne jî di rayagiştî de cih digire. Em bi rewşeke dijî-demokratîk re rû bi rû ne. Hiqûq bi giştî wekî amûreke siyasî tê bikaranîn. Pirsgirêka kurd pirsgirêka herî sereke ya welat e.” Malbata bertek nîşanî Erdogan da û gotin; “bersiva me ya ji bo daxuyaniya wî ya ‘Hu nefikirin tune ye’ ev e;Em mirov in lewma difikirin, ger hun nafikirin pirsgirêk ya we ye.”

Malbata Anter da zanîn ku hikûmeta AKP’ê pêkûtiyên xwe yên derveyê hevdemê didomîne û wiha got: “We hesabên şaş kirine. Encamê wê jî gel dikişîne. Divê ev hesabên bê rastkirin û divê li dijî greva mirovên di gireva rojiya mirinê de bê deng nemînin. Divê hawirê aştiyê bê avakirin.”

BILA NEVIYÊN APÊ MUSA NEMIRIN

Malbata Anter diyar kir ku daxwaza wan ew e ku mirinên bi vî rengî dubare nebin û diyar kirin ku divê ji bo grevên birçûnê pêngavên bi bandortir bê avêtin. Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Jiyan mirovan bi nirxe, divê rêzî nîşanî nêrîn, ziman û baweriya mirovan bidin. Her kesê ku dibêje ez mirov im divê dengê xwe bilind bikin. Em wekî zarokên Musa Anter naxwazin Neviyên Apê Mûsa bimirin.”