Zarokê bi navê M.D yê 12 salî hat binçavkirin

Zarokê bi navê M.D yê 12 salî hat binçavkirin

Li navçeya Sûrê ya Amedê xwendekarê bi navê M.D yê di pola 6’an a Dibistana Navîn a Tevfîk Fîkret dixwîne ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin.

Zarokê bi navê M.D yê 12 salî ku li navçeya Sûrê ya Amedê li Dibistana Navîn a Tevfîk Fîkret di pola 6’an de dixwîne ji aliyê polîsên sivîl ve hate binçavkirin. M.D yê ku li baxçeyê dibistanê hate binçavkirin hat îdîakirin ku bi hinceta kevir avêtiye wesayîta polîsan hatiye binçavkirin.

Hate hînbûn ku M.D birine Şaxa Zarokan a Midûriyeta Polîsan.