Yuksekdag: Silav ji têkoşerên ked û rûmetê re
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag a girtî, bi wesîleya 1'ê Gulanê Cejna Karkeran peyamek da û got, "Silav ji cejna têkoşîn û yekîtiyê ya karker, kedkar û gelên bindest re. Silav ji 1'ê Gulanê re."

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, ji Girtîgeha Tîpa T a Kandira ya Kocaeliyê, ku 6 meh in lê girtî ye, bi wesîleya 1'ê Gulanê Cejna Karkeran peyamek da.
Yuksekdag got, "1'ê Gulanê cejna piştgirî, azadî û rûmetê ya kesên dibêjin NA ji zext, zilm û mêtîngeriyê re, pîroz be. Silav ji wan kesan re, ku wê bi piştgirî û berxwedana kedkarên jin û mêr re nehêlin ala gewre ya li ba ye bikeve erdê. Em ê guh nedin hesin û çar dîwarên li dora xwe, di 1'ê Gulanê de em ê li gel we bin."
Yuksekdag bang li her kesî kir, ku di 1'ê Gulanê de dakevin qadan û got, "Silav ji têkoşerên ked û rûmetê re. Silav ji cejna têkoşîn û yekîtiyê ya karker, kedkar û gelên bindest re. Silav ji 1'ê Gulanê re."