YPS’ê li dijî qetlîama nîjatperest a li Konyayê rêze çalakî kirin
YPS’ê ragihand ku li dijî qetlîama li Konyayê rêzeçalakiyên bersivdayînê pêk anîne û got: “Divê em li hember êrîşên dijmin amade bin, xwîna şehîdên xwe li erdê nehêlin.”
YPS’ê ragihand ku li dijî qetlîama li Konyayê rêzeçalakiyên bersivdayînê pêk anîne û got: “Divê em li hember êrîşên dijmin amade bin, xwîna şehîdên xwe li erdê nehêlin.”
Tîma Bersivdayînê ya Şehîd Saner Garzan ya YPS’ê got: “Endamên me ji bo bîranîna malbata Dedeoglû ku li Konyayê di qetlîamê de şehîd ketibûn çalakiyên tolhildanê kirin.”
YPS’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî da:
“Roja 31’ê Tirmehê li Maraşê depoya Îzomîrê hat şewitandin.
Roja 1’ê Tebaxê di demimêrên êvarî de li taxa Konak ya Farqîn a Amed li dijî Fermandariya Alay a Jandarma Komandoyê bi bombeyan çalakî hat kirin. Piştî çalakiyê dijmin gelek leşker birine cihê çalakiyê û bi ambulansan kuştî û birîndarên xwe rakirine. Di çalakiya hatî kirin de kuştî û birîndarên dijmin ne hatine zelal kirin.
Roja 1’ê Tebaxê li navçeya Sûr a Amed makîneyek a kar ku ya Rêveberiya Parq û bexçeyê û Şaredariya Mezin ya ku hatiye gaspkirine hat şewitandin û îmha kirin.
Dema faşîzma AKP-MHP’ê hemberî Tevgera Azadiya Kurdistanê operasyonên dayî despêkirin de windahî dide, li metrepolên Tirkiyê nijadperestiyê bilind dike, ew keriyên hov ên ku bi çek kirine li ser malbatên Kurd dibin û qetliyaman pêk tînin. Li Konyayê qetlîama li dijî malbata Dedeoğu hatî kirin, pîvandina refleksêbû. Bi van kiryarên hovane dixwazin gelê Kurd teslîm bigrin, bixin bin destê xwe, bi siyaseta îmha û înkarê gelê Kurd bi qetliyamêre derbaz bikin û windahîyên xwe veşêrin. Hemberî vê Gelê Kurdê welatparêz bi refleksa parastina cewherî danîşandan ku wê çok nadane û serî nadanin.
Perspektîfa “şer kirin jiyan kirine” ya Rêber Apo, bi ruhê 15’ê Tebaxê û şîara “Çi dibe bila bibe wê dawî heybet be’ em ciwanên Egîd ên gelê Kurd ê welatparêz divê her cihê em lê dimînin bi hişmendiya parastina cewherî li hemberî êrîşên dijmin amadebin, derfet nedin dijmin û xwîna şehîdên xwe li erdê ne hêlin.”