YPG: Navgînên şerê taybet dixwazin berê êrîşên xwe bidin Efrînê

YPG: Navgînên şerê taybet dixwazin berê êrîşên xwe bidin Efrînê

Fermandariya YPG'ê ya Efrînê got, "Di şerê li gundê Nîble û Zehra yê di navbera koma El Nûsra-hin komên çekdar ên li gel wê û hêzên rejîmê de, em ne li dijî ti hêzê ne, ne alîgirê ti komê ne."

Fermandariya YPG'ê ya Efrînê, der barê êrîşa sê roj berê ya Cephet El Nûsra û hin komên çekdar a li hemberî gundên Nîble û Zehra yên di navbera Helep û Efrînê de daxuyaniyek da û got, "Di şerê li gundê Nîble û Zehra yê di navbera koma El Nûsra-hin komên çekdar ên li gel wê û hêzên rejîmê de, em ne li dijî ti hêzê ne, ne alîgirê ti komê ne." YPG'ê da xuyakirin, ku piştî pevçûnan destpê kirin hin navgînên çapemenî-weşanê YPG û Kantona Efrînê hedef nîşan dane û got, "Hemû nûçeyên îdîa dikin berê vî şerî li Efrîn û YPG'ê ye, derew in."

YPG'ê da xuyakirin, ku ew ji destpêkê ve di nava şoreşa Sûriyeyê, di navenda wê de cih girtine û ji bo Sûriyeke demokratîk û jiyaneke bi biratiya gelan têdikoş in. YPG'ê di daxuyaniya xwe de ev xal destnîşan kir: "Di şoreşa Sûriyeyê de, ji destpêkê ve em di nav de, di navenda wê de amade bûn. Ji bo Sûriyeyeke ku hemû gel mîna birayên hev lê bijîn, ya demokratîk û aştiyane em ji roja destpêkê ve cihê xwe di nava pêvajoya şoreşgerî de girtine. Em meşa xwe ya di rêya şoreşê de dewam dikin. Di dema dawî de li derdora Kantona Efrînê bûyerên gelekî bi lez diqewimin.

Herî dawî Cephet El Nûsra û hin komên çekdar êrîşî gundên Nîble û Zehra kirin û tengezarî derket asteke bilind. Ev sê roj in li Nîble û Zehrayê pevçûn dewam dikin û hin navgînên çapemeniyê jî bi nûçeyên derew berê xwe dane Efrîn û YPG'ê. Nûçeyên ev du roj in di hin qenalên TV û malperên înternetê de li ser Efrîn û YPG'ê tên weşandin derew in û îftira ne. Weke YPG di vî şerî de ne me destek da kesî, ne jî em li dijî kesî derketin. Em bi tenê hewl didin herêma xwe biparêzin. Em dibêjin ku em ji her kesên bi dostanî nêzî herêma me dibin re vekirî ne. Lê em dixwazin ji tevahiya raya giştî re ragihînin, ku em ê heta dawiyê li dijî nêzîkatiyên bi niyeta nebaş û derewan derkevin.

Bi berxwedana destanî û lehengî ya li Kobanê re dost û dijmin her kesî dît ku em herêmên xwe çawa diparêzin. Ji ber vê yekê, eger li hemberî kantona me êrîşêk were kirin, bi berxwedaneke hêjayî wê berxwedanê, em ê heta dawiyê kantona xwe biparêzin."