YPG: Li Kobanê 13 çete hatin kuştin

YPG: Li Kobanê 13 çete hatin kuştin

Di roja 65. a berxwedana Kobanê de, çalakiyên şervanên YPG/YPJ'ê yên li navend û derveyî bajêr dewam dikin. Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku di pevçûnên dawî de 13 çete hatine kuştin û gelek alavên leşkerî hatine desteserkirin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi ddaxuyaniyeke nivîskî ragihand, ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên bi armanca dagirkirina Kobanê hatin destpêkirin, di roja 65. de dewam dikin. Navenda Çapemeniyê diyar kir ku şervanên YPG/YPJ'ê hem li navenda bajêr hem jî li derveyî bajêr çalakiyên li hemberî çeteyan dewam dikin û der barê bîlançoya 24 saetên dawî de ev agahî da:

ENIYA ROJHILAT

"Li eniya rojhilat şevê din di navbera hêzên me û komên çete de şerê dem kurt pêk hat. Di şer de, bi qasî ku hat tesbîtkirin li başûrrojhilat 3 çete hatin kuştin. Dîsa hêzên me duh 4 kîlometre li başûrrojhilatê bajêr li hemberî komên çete, ku di navbera gundên Şêx Topal û Helincê de bi cih bûne, çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de wesayitek çeteyan hat rûxandin, 2 çete hatin kuştin. Hêzên me 2 çekên kalaşnîkov desteserkirin. 

ENIYA BAŞÛR

Hêzên me li eniya başûr, li deverên ku ji çeteyan hatine paqijkirin lêgerîn û lêkolîn dan destpêkirin. Di encamê de 2 çekên BKC û gelek gulleyên wê, 3 kalaşnîkov û 19 şarjorên wê, roketek B7 û 5 guleyên wê, 8 bombeyên destan, 11 mayinên cûr be cûr, dûrbînek, çifteyek û gelek alavên leşkerî û cebilxane hatin dîtin û desteserkirin.

ENIYA ROJAVA

Hêzên me 5 kîlometre li rojavayê Kobanê li gundê Mezrê jî li hemberî çeteyan çalakî pêk anîn. Di çalakiyên hem wext de, wesayitek çeteyan hatiye rûxandin û bi qasî ku hatiye tesbîtkirin 8 çete hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû. Êrîşa çeteyan a piştî çalakiyan jî ji aliyê hêzên me ve hatiye têk birin."