YPG'ê nasnameya du têkoşerên xwe aşkera kir

YPG'ê nasnameya du têkoşerên xwe aşkera kir

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê, nasnameya du têkoşerên xwe yên di mehên Îlon û Mijdarê de di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, aşkera kir.r

Navenda Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di malpera xwe ya fermî de nasnameya du têkoşerên xwe yên di mehên Îlon û Mijdarê de di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dane, aşkera kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Bi vîneke azad û israreke xurt ketin nava dîrokê, bûn lehengên çîrokên li ser zimanê hemû gelan, şer kirin, li ber xwe dan û ji bo axa welatê xwe canê xwe feda kirin.”

Di daxuyaniyê de soza tolhildanê hate dayîn û hat gotin, “Bi şehîdên xwe em ê bigihêjin serketinê û ala rizgariyê li axa ku bi xwîna wan hatiye avdan, bilind bikin.”

Li gorî daxuyaniya navendê, nasnameya her du têkoşeran bi vî rengî ye:

Nav: Goran Kobanê
Nasnav: Fadî Sefqan
Cihê ji dayikbûnê: Heleb
Dîroka tevlîbûnê: 2013
Cih û dîroka ji destdayîna jiyanê: Kobanê – Gundê Siftekê – 21 Îlonê 2014

Nasnav: Cûdî Kobanê
Cih û dîroka ji destdayîna jiyanê: Kobanê – 27'ê Mijdarê 2014