YPG’ê derbên giran li çeteyan da

YPG’ê derbên giran li çeteyan da

 Hêzên YPG'ê di 24 saetên dawî de li her sê eniyên rojava, başûr û rojhilatê Kobanê çalakiyên bi bandor lidar xistin. Di encamê de 2 jê emîr 42 çete hatin kuştin û li rojhilatê bajar jî nuqteyek ku çeteyan dagir kiribû hat vegerandin.

Navenda Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel girêdayî rewşa dawî ya berxwedana Kobanê û geşedanên li başûr-rojavayê bajarê Serêkaniyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ku yên ji bo dagirkirina Kobanê di roja xwe ya 64'an de dewam dikin. Hêzên me, li hemû deverên ku DAIŞ lê heye di parastina aktîf de ne û bi desteka hêzên Burkan El-Firat ên bi ser Artêşa Azad a Sûriyeyê ve û bi çekên giran ên hêzên Pêşmerge, li navenda bajêr û derveyî bajêr derbeyên giran li komên çete dixin. Topbarana komên çete li dijî navenda bajêr jî bê navber dewam dike.

Şervanên me li eniya rojhilat pêşve diçin. Şevê din li Suk El-Hal (Bazara Sebze) û Kolana Şaredariyê li hemberî komên çete çalakiyên bi bandor pêk anîn. Hêzên me noqteyeke ku çeteyan li Kolana Şaredariyê dagir kiribûn hedef girtin û di demeke kurt de ev nuqte xistin bin kontrola xwe. Hêzên me her wiha derbeyên giran li çeteyan dan. Bi qasî ku hatiye tesbîtkirin li vê deverê 2 jê emîr bi giştî 23 çete hatin kuştin. Navê serçeteyên (emîr) ku hatine kuştin Ebû Harîf û Seyful Îslam in.

Şervanên me li vê deverê 6 çekên kalaşnikov, 60 cercûr û hezar gule, 2 roketên B7, 8 guleyên roketê B7, çekek BKC, çekek M16, çekeke Qernas, 2 demançe, 80 bombeyên destan, dûrbînek û gelek alavên leşkerî desteserkirin. Her wiha 3 cenazeyên çeteyan jî di bin kontrola hêzên me de ne.

Li Suk El-Hal (bazara Sebze) jî bi qasî ku hatiye tesbîtkirin 4 çete hatine kuştin.

Hêzên me li gundê Çelebiye ku 30 kîlometreyan dikeve başûr-rojhilatê herêma Kobanê jî li hemberî çeteyan çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de 2 wesayîtên çeteyan hatin rûxandin. Li gorî ku hatiye tesbîtkirin 6 çete hatin kuştin, her wiha şervanên me 2 kalaşnikov û dûrbînek desteser kirin.

Li eniya başûr jî hêzên me şevê din, li dijî çeteyan çalakiyek lidar xistin. Di çalakiyê de herî kêm 2 çete hatin kuştin. Li vê eniyê cenazeyek û 8 bombeyên erdê yên ji bo teqînên mezin hatibûn amadekirin, ketin destê şervanên me.

Li gundên Menazê û Girê Îzaê yên li rojavayê herêma Kobanê hêzên me duh bi roj û şev, li hemberî komên çete çalakî kirin. Bi qasî ku hatiye tesbîtkirin, di van çalakiyan de 7 çete hatine kuştin.

LI SERÊKANIYÊ 6 ÇETE HATIN KUŞTIN

Navenda Çapemeniya YPG'ê der barê şer û pevçûnên li herêma Kobanê jî wiha got, "Operasyona ku hêzên me li başûr û başûr-rojavayê bajarê Serêkaniyê dane destpêkirin dewam dike. Hêzên me yên YPG/YPJ'ê duh li herêma di navbera gundê Alya û bajarê Til Temirê de ya li başûrê bajarê Serêkaniyê  li hemberî çeteyan çalakiyek pêk anîn. Li vê derê 2 tirimpêlên çeteyan hatin rûxandin û 5 çete hatin kuştin. Piştî çalakiyê di navbera çeteyan û hêzên me de demeke kurt şer derket.

Şervanên me yên YPG/YPJ li herêma di navbera bajaroka Mebrûka û gundê El-Dehmaa ya li başûr-rojavayê bajarê Serêkaniyê li hemberî çeteyan çalakiyêk kirin. Di vê çalakiyê de li gorî hatiye tesbîtkirin çeteyek hat kuştin û yek jî birîndar bû."