Yên di komkujiya Pirsûsê de birîndar bûn hatin binçavkirin

Şerîfe Erbay, Îlke Başak Baydar, Çagdaş Kuçukbattal û Ogûz Yuzgeç ên di komkujiya li Pirsûsê de birîndar bûn, tevî gelek sosyalîstan di serdegirtina maland e hatin binçavkirin.

Polîsan li Stenbol, Amed, Enqere, Eskîşehîr û Antakyayê avêtin ser malên ESP û SGD'yiyan. Di serdegirtinan de tevî mirovên li Pirsûsê birîndar bûn, namzetên parlamenteriyê û Alîkara Seroka Giştî ya ESP'ê Fethiye Ok, 15 kes hatin binçavkirin.

STENBOL: Di serdegirtinên li Stenbolê de Hevserokê Federasyona Ciwanên Şoreşger û Sosyalîst (SDGF) Ogûz Yuzgeç ê di komkujiya li Pirsûsê de birîndar bû, hat binçavkirin. Çagdaş Kuçukbattal ê ku di dema berxwedana Gezî de çavê xwe winda kir û li Pirsûsê jî birîndar bû, di nava binçaviyan de heye. Dogûkan Unlu yê ku di komkujiya li Pirsûsê de xwişka xwe Polen Unlu ji dest da, li Stenbolê hat binçavkirin. Namzeta parlamenteriyê Şerîfe Erbay a ku li Pirsûsê birîndar bû, ji birîndarên komkujiya Pirsûsê Îlke Başak Baydar, endamên SGDF Taylan Çetînel, Ozgur Bedel û Ezgî Bedel ahtin binçavkirin. Li taxa Karadolap a navçeya Eyupê jî ESP'yiyê bi navê Gunaydin Akar hat binçavkirin.

ENQERE: Polîsan li Enqereyê avêtin ser mala şêwirmenda çapemeniyê ya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Ece Şîmşek û Şîmşek kirin binçavan. Namzeta Parlamenteriyê ya HDP'ê ya Stenbolê Bûrcû Demîrbaş jî li Enqereyê ji mala xwe hat binçavkirin.

AMED: Polîsên li Taxa Tesîsler a Amedê avêtin ser malan, Alîkara Seroka Giştî ya ESP'ê Fethiye Ok û Serokê Bajarê Amedê yê ESP'ê Soner Çîçek hatin binçavkirin. Wê Ok û Çîçek bibin Stenbolê. Di dema serdegirtinê de polîsan 7 wesayîtên zirxî bi kar anîn. Her wiha di dema serdegirtinê de polîsan dest danîn ser telefon û kompûterên li malê.

ANTAKYA: Li Antakyayê Alper Kaba hat binçavkirin.

ESKÎŞEHÎR: Li Eskîşehîrê polîsan avêtin ser mala Bariş Erhan û ew kirin binçavan.