Yên Ayvalitaş kuştin dîsa nehatin girtin

Rûniştina doza darizandina ajokarê wesayîta ku di çalakiyên Gezî de li Ayvalitaş da û ji cihê bûyerê reviya, dewam kir. Heyeta dadgehê, der heqê bersûcan de biryara girtinê neda û doz ji bo 11'ê Mijdarê taloq kir.

Rûniştina doza darizandina ajokarê wesayîta ku di çalakiyên Gezî de li Ayvalitaş da û ji cihê bûyerê reviya, dewam kir. Heyeta dadgehê, der heqê bersûcan de biryara girtinê neda û doz ji bo 11'ê Mijdarê taloq kir

Rûniştina 8. a doza li ser kuştina Mehmet Ayvalitaş ê li ser rêya TEM a taxa 1 Mayisê di dema çalakiyên Gezî de, ji ber lêdana wesayîtekê jiyana xwe ji dest da, li 8. Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Anadolû ya li Kartalê hat dîtin. Di rûniştina dozê de, malbat, xizm û parêzerên malbata Ayvalitaş amade bûn. Her wiha bersûc jî bi parêzerên xwe tevlî rûniştinê bûn. Beriya rûniştina dozê, hejmareke zêde polîs li derdora edliyeyê bicih bûn.

ŞAHID: AJOKAR BI WESAYÎTÊ PÊ LI AYVALITAŞ KIR Û REVIYA

Ajokar bersûc Mehmet Gorkem Demîrbaş ê bi wesayîtê li Ayvalitaş da, bi sûcdariya 'bi zanebûn mirov kuşt û birîndar kir' bi awayekî negirtî tê darizandin. Tevî Gorkem Demîrbaş, ajokarê taksiyê Cengîz Aktaş ê ji ber beriya niha tevlî rûniştina dozê nebûbû, bi zorê tevlî rûniştinê hat kirin. Bersûc Cengîz Aktaş di îfadeya xwe de îdîa kir ku wî bûyer nedîtiye û haya wî jê tineye.

Parêzerên malbata Ayvalitaş li dijî biryara 'dîmen ne zelal e' ya Heyeta Pisporan derketin û diyar kirin ku dîmenên cihê bûyerê baş nehatine lêkolînkirin û xwestin li cihê bûyerê keşif bê kirin.

Şahid Mûstafa Ûgûr Aydin jî diyar kir ku ajokarê wesayîtê pê li Ayvalitaş kiriye û bêyî bisekine ji cihê bûyerê bi wesayîtê reviya ye.

WÊ KEŞIF BÊ KIRIN

Heyeta dadgehê daxwaza girtinê ya parêzeran red kir û biryar da ku di 14'ê Cotmehê saet di 13:30 de li cihê bûyerê keşif bê kirin û rûniştin ji bo 11'ê Mijdara 20115'an taloq kir.