Yekîtiya Karsazên Kurd ên Ewropa 3. Kongra xwe li dar xist
Yekîtiya Karsazên Ewropa (AKEE), di 3. kongreya xwe ya di dawiya hefteya borî lidarxistin de rêveberiya xwe ya nû hilbijartin.
Yekîtiya Karsazên Ewropa (AKEE), di 3. kongreya xwe ya di dawiya hefteya borî lidarxistin de rêveberiya xwe ya nû hilbijartin.
Yekîtiya Karsazên Ewropa (AKEE), di 3. kongreya xwe ya di dawiya hefteya borî lidarxistin de rêveberiya xwe ya nû hilbijartin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş beşdarî kongreyê bû, bal kişand ser girîngiya Yekîtiya Neteweyî û Demîrtaş wiha got: “ Li gor berê, ne bê hêz û bê çare ne.”
Kongreya ku 12-13’ê Kanunê li bajarê Niedernhausen ê Elmanyayê du rojan berdewam kir, ji gelek bajarên cuda yên Ewropa karsazên Kurd, ji Eweropa û Kurdistanê jî siyasetmedar beşdar bûn.
BEŞDARVAN
Roja yekemîn a Kongreya li Otela Ramada hat lidarxistin, akîivîteyek ji bo piştevaniya bi Rojava re pêk hat. Karsazên Kurd ên ji Siwîsre, Îngiltere, Fransa, Hollanda, Belçîka, Amerîka, Îspanya û Rûsya jî beşdarî akîivîteyê bûn. Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê PYD’ê Salih Muslîm, li ser navê YNK’ê Huseyîn Xidir, li ser navê Tevgera Goran Alî Geç, Parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknas Ûca, Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, Serokê Odeya Sanayî û Bazirganiyê Celaledîn Bîrtane jî beşdar bûn.
Axaftina vekirina aktîvîteyê, Serokê AKEE’ê Ferhat Hasan Yîrîk kir.
DEMÎRTAŞ: EM NE BÊ ÇARE NE
Demîrtaş diyar kir ku ‘Kurd ne gelekî ku xwe bi xwe qedera xwe tayîn kirîne û xwedî statuyek ku di welatê xwe de bi rêveberiyên xwe jiyane.’ Demîrtaş wiha got: “ Tiştê ku îro me anîne gel hev, pirsgirêkên me yên bi hevparî tên jiyînin. Pirsgirêkên ku li Mehabad, Hewlêr, Silêmaniye, Qendîl, Qamişlo, Cizîr, Kobanê, Efrîn, Erdexan û Dîlokê tê jiyîn, me hemûyan têkildar dike. Ev pirsgirêk bi tevahiya xwe neteweyî ye. Pirsgirêkên neteweyî, tenê bi yekîtiya neteweyî çareser dibe. Ji bilî vê ti rêyên çareseriyê tinene. Hêza we çiqas zêde hebe jî, artêşa we çiqas bi hêz jî be, aboriya we çiqas baş jî be, eger yekîtiya neteweyî ne be, ti wateya van tineye. Niha statuyek me tineye, lê di mijara bidestxistina statuyê de jî em ne bê hêvî ne.”
Demîrtaş wiha berdewam kir: “Em li gor berê, ne bê hêz û bê çare ne” û got: “ Dîrokê carek din sifreya merdan vekirî ye. Vê care em bi şans in. Vê carê ne wek berê parçe parçe ne; bê hêz û bê çare ne. Êdî ti demê ku em winda bikin tineye. Em nikarin sedsalên din vi zilmê bi zarokên xwe, nevîyên xwe bidin jiyîn. Li pêşiya her parçeyekî Kurdistanê pêvajoyek dîrokî heye. Rojava eger ne amade bûya, rêxistina hêzên me yên Rojava nebûya, derfetên dîrokî çê jî bibûna, wê tenê temaşeker bibûna. Niha jî li Tirkiye derfetekî dîrokî em dixwazin veguherin azadî û demokrasiyê û bi ser bikevin.”
JI KARSAZAN DAXWAZ
Demîrtaş bang li karsazan kir û bal kişand ser çar sernivîsên girîng. Demîrtaş daxwazên xwe wiha anî ziman: “Li hember derdor û xwezayê rêzdar bin, di parvekirinê dahatê û bacê de bi edalet û wekhevî, li hember keda karker rêzdar bin û di herêma aboriyê de jin û zilam xwedî heman mafan bin.”
Rêveberê AKEE’ê diyar kir ku di aktîvîteya piştgirî dayina Rojava de dahatuya bê bidestxistin, wê ji bo nexweşxaneya li Rojava bê avakirin bê şandin.
RÊVEBERIYA NÛ
Di kongreyê de, rêveberên nû yên AKEE’ê yên sala 2016 ev in: “ Seyîd Dogan (serok), Salih Açîg, Alî Çatakçîn, Kemal Has, Omer Parlayan, Ozgur Çîçek, Mesût Alîs, Alî Ekber Arslaner, Mahmût Zîlîfî, Mehmet Necîp Karakaş, Pinar Dogan, Mustafa Uldeş û Mûhîttîn Camûka.”