YE bi rojeva taybet a Ukraynayê civiya

YE bi rojeva taybet a Ukraynayê civiya

Konseya Têkiliyên Derve ya YE’yê di 17-18’ê mijarê de bi rojeva taybet ya Ukraynayê civiya. Konseyê der barê herêma Donbass kuli Ukrayanê bi yek alî wek herêma serbixwe hat îlankirin de biryara pêkanînê girt û ji Rûsyayê jî pêkanînek din hewce nedît.

Konseya Têkiliyê Derve ya YE’yê di 17-18’ê mijdarê de di rojeva taybet ya Ukranayê li Bruksel a Belçîkayê civîn pêk anîn. Piştî civînên wezîrê Karê Derve ya Y’ê daxuyaniyek hevpar dan û hat gotin ku Komîsyona YE’yê der barê alîgirên serbixwe ya rojhilatê

Ukraynayê de pêkanîn berfireh kirine û dêheta dawiya mehê amadekarî bên kirin. Komîsyon dê di navavê demê de navên ku li lîsteya pêkanînê zêde bike, pêşniyar bike. Heta niha 119 welatiyên Ukrayna û welatiyên Rus  û 23 şîrket di lîsteyê de cih digirin.

Pêkanîn bi awayekî sekinandina hesab û astengiya seyahatan dê pêk bê.

Ji mehên havînê heta niha pêkanînên ku qadên enerjî û prastinê ya li dijî Rûsyayê pêk hat dê ji vir şûnde bê berfirehkirin.

NÛNERÊ BILIND: PÊKANÎN TENÊ TÊR NAKE

Nûnerê Bilind yê Polîtîkaya Derve û Ewlehiyê Federîca Mogherînî got pirgsirêk tenê çareseriyê pêk nayne û got: “Dema pêkanîn bi tedbîrên din bikeve dwerê dê bibe amûrek. Ji ber vê jî divê diyaloga bi Rûsyayê re jî bibe mijara nîqaşê. YE nêzîkatiyên xwe yên li dijî hikûmeta Ukraynayê didomîne û ji bo îstîkrarê pêkanîna reforman girînge.