YCWK’ê li Edeneyê fabrîkaya faşîstekî da ber agir
Yekîtiya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê (YCWK) ragihand ku li navçeya Seyhan a Edeneyê fabrîkayeke ayîdê hevkarekî rejîma faşîst, da ber agir.
Yekîtiya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê (YCWK) ragihand ku li navçeya Seyhan a Edeneyê fabrîkayeke ayîdê hevkarekî rejîma faşîst, da ber agir.
YCWK’ê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku heta ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, wê ev êrîş dewam bikin.
YCWK’ê destnîşan kir ku ew ê li metropolên Tirkiyeyê bersiva êrîşên li ser Rojava bidin û got: “Li dijî tecrîdê û hemû êrîşan, yekîneyên me yên YCWK’ê 5’ê Cotmehê li navçeya Seyhan a Edeneyê derdora saet 22.50’an fabrîkaya lastîkan Contînental a ayîdê hevkarekî rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst, dan ber agir. Faşîzm wê li mala xwe hesabê hemû êrîşan bide.”