YCWK'ê li dijî wesayîta zirxî çalakî li dar xist

Yekîneyên YCWK'ê ku beriya demekê damezrandina xwe ragihandibûn, li ser rêya Edeneyê-Mêrsînê li noqteya ku kontrola nasnameyan dihat kirin li wesayîteke zirxî ya bi tîpa Akrep xistin.

Yekîtiya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê (YCWK) ku di 17’ê îlonê de damezrandina xwe ragihandibû, di 24’ê îlonê de li ser rêya Edeneyê-Mersînê li dijî wesayîta zirxî ya tîpa Akrep a dewleta Tirk a ku gel radiwestandin û zextên derûnî dikir çalakiyek li dar xist. Çalakî ji hêla ciwanên YCWK'ê hat lidsrxistin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku dema pêkanîna soza ku dane şehîdan e û ev tişt hat gotin: “Di 24’ê îlonê de saet di 21.40’an de yekîneyên me li dijî wesayîta zirxî ya bi tîpa Akrep ku li ser rêya Edeneyê-Mêrsînê timî radiweste, dem bi dem nasnameyan kontrol dikin û zextên derûnî li gelê me yê welatparêz pêk tînin, ji aliyê yekîneyên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Wesayîta zirxî ya ku hat derbkirin, demekê li herêmê rawestiya û dema tîmên teqwiyeyê hatin ji qadê vekişiya. Di encama vê çalakiyê de yekîneyên me bi saxî ji herêmê derketin. Komên çete yên ku bi vî rengî li dijî gelê me yê bêparastin, welatparêzên li metropolên Tirkiyeyê dijîn, em ê li ser esasê xweparastinê bersiva herî tund bidin. Bang li ciwanên me yên welatparêz û gelên me yên li metropolên Tirkiyeyê dijîn e. Dijmin li ku ye ferq nake, çawa ku Mazlûm Dogan wan rojên reş bi azadiya gelê Kurd ronî kir, em jî bi soza hilgirtina ala azadiyê ya ku radestî me kirin, têkoşîna xwe bidomînin. Dem dema pêkanîna soza ku me daye şehîdên xwe ye.”