YCWK’ê li dijî polîsên Tirk 2 çalakî kirin

YCWK’ê li du nuqteyên cuda yên navçeya Bornova ya Îzmîrê wesayitên polîsên Tirk dan ber agir.

Yekîtiya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê (YCWK) ragihand ku li navçeya Bornova ya Îzmîrê di dîrokên cuda de li du nuqteyên cuda wesayitên polîsên Tirk ên di xizmeta dewleta faşîst de bûn dane ber agir.

Li gorî daxuyaniya YCWK’ê, çalakiya yekemîn 2’ê Mijdarê di saet 01:50’an de li dijî wesayîta polîsê emekdar Gurkan Yanar pêk hatiye.

Hat ragihandin ku wesayîta polîsê bi navê Mesut ku paşnavê wî nehat zanîn ku li qereqola navendî ji faşîzmê re xizmetê dike, 6’ê Mijdarê saet di 03:27’an de dane ber agir.

Di daxuyaniya nivîskî ya YCWK’ê de wiha hate gotin: “Dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê bi taybet li Kurdistanê polîtîkayên xwe yên qirkirinê li ser gelê me didomînin. Polîsên girêdayî desthilatdariya faşîst a dagirker AKP-MHP’ê jî pêşengên vê polîtîkaya qirkirinê ne. Li dijî van polîtîkayan yekîneyên me yên Îzmîrê li dijî polîsîên desthilatdariya faşîst ev çalakî li dar xistin. Em YCWK’ê diyar dikin ku em ê çalakiyên xwe yên li dijî kes, sazî û rêxistinên ku li Kurdistan û Tirkiyeyê xizmeta desthilatdariya dagirker dikin, bidomînin. Faşîzîm wê di agirê ciwanan de bişewite.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku divê her ciwanê Kurd ên bi rûmet li dijî tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her tim di nav çalakiyan de bin û wiha hate gotin: “Em bang li ciwanên welatparêz û gelê xwe yên li Kurdistan û metropolên Tirkiyeyê dijîn dikin ku li dora YCWK’ê bibin yek.”