Yadê Şenyaşar: Dema destgîrkirinê polîsan zilm kir

Malbata Şenyaşar di roja 127'an de li ber xwe dide. Malbatê diyar kir dema destgîrkirinê zilm li wan hatiye kirin.

Yadê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar li dijî komkujiya AKP'ê ev 127 roj in li ber xwe didin.

Duh beriya ku Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan were ber edliyê Yadê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît hatibûn destgîrkirin û heta ku Buldan ji bajêr çûyî jî nehatibûn berdan.

Yadê Emîne Şenyaşar got bi rengekî kêfî hatine destgîrkirin, li têketa navenda bajêr a Rihayê polîsan ew destgîr kirine û got, ''Dizanîbûnk u wê Buldan were. Tenê ji bo ku me nebine van dikin. Beriya niha jî wiha kiribûn. Tim bi vî rengî me asteng dikin. Piştî ku Hevserok çû em berdan. Polîsek bi me re hatibû. Tim zilm li me dikir. Hewl da ku li me bide. Li nexweşxanê rewşa min ne baş bû, kurê min giriye. Wî polîsî zilm li me kir. Çima vê li me dikin.''

Şenyaşar pira, ''kê malbata min kuşt?''  kir û got, ''Hê jî bi pey me ketine. Gav bi gav li pey me ne. We çiyê me dîtiye? Dewlet tine, hikûmet tine, dadmendî tine, tenê zilm heye. Ji malbata min 3 kes kuştin, kurê min kirin zindanê. Zilm hê jî didome.''

Ferît Şenyaşar jî got dema wekîl an jî heveserokên partiyê têne Rihayê bi fikra ku wê serdana wan bikin wan destgîr dikin.

Şenyaşar diyar kir nav rojê li sê nexweşxane û du qereqolan ew gerandine û got, ''Ev zilm e. Wekî hûn daxwaza me ya dadmendiyê bi cih nayînin qet nebe zilmê nekin. Diyar min 65 salî ye, ji sibehê heta êvarî em li vir rûdinin. Em dadmendiyê dixwazin. 3 ji me kuştin. Derheqê kesên ku li nexweşxanê komkujî kirin tiştek nehatiye kirin. Werin em bi hev re vê zilmê rawestînin.''