Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wên yên li ser Efrînê di roja 19’emîn de didome. Kurdistaniyên ku li Ewrûpayê dijîmn jî bi çalakiyên xwe piştgiriyê didin berxwedana Efrînê.
BERPIRSYARIYA NY TÎNIN BÎRA WÊ
Xwepêşander li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê di çalakiyê de ne. Kurdistanî her roj saet di navbera 13.00-16.00’an de li dora kon dicivin û bi çalakiyên xwe berpirsyariya NY tînin bîra wê. Xwepêşander li pêşiya avahiya NY bi sloganên ‘Erdoganê terorîst’ û ‘Tirkiyeya terorîst’ wêneyên kesên hatine qetilkirin, berz dikin. Xwepêşander bi vê çalakiyê dixwazin rûyê dagirker ê Tirkiyeyê teşhîr bikin.