Xwendekarên li Wanê hatine binçavkirin nikarin parêzeran bibînin

Xwendekarên li Wanê hatine binçavkirin nikarin parêzeran bibînin

Li Wanê, xwendekarên di serdegirtina nîvê şevê ya malan de berî du rojan bi awayekî bêhiqûqî hatin binçavkirin, polîs bi hinceta ku 'malbat naxwazin zarokên wan bi parêzerên rêxistinê şandine re hevdîtinê bike' nehiştin xwendekar parêzeran bibînin.

Ji parêzerên Baroya Wanê Cemal Demîr, piştî ku da xuyakirin Mûhammed Ayata yê binçavkirî di binê çavan de rastî îşkence û pêkanînên xerab hatiye, ji bo tespîtkirina rewşê heyetek Serokê Komîsyona Mafên Mirovan a Baroya Wanê Dogan Îlhan, Hamza Çîftçî, Sabahattîn Kaya, Ûlaş Koparan û Cemal Demîr çûn Şaxê TEM a Midûriyeta Emniyetê ya Wanê û xwest bi xwendekaran re hevdîtinê bike. Li gel heyetê, Sekreterê ÎHD ê Şaxê Wanê Mûrat Melet jî, ji bo rewşê li cih bişopîne bi heyetê re çû Şaxê TEM'ê. Lê belê polîsan ji heyetê re ragihandin ku lêpirîn dewam dike, cihê wan ne guncaw e û daxwaza hevdîtinê red kirin. Li ser vê yekê parêzer bi dozgerê li ser dosyayê erkdar in re hevdîtin kirin. Dozgerê erkdar jî da xuyakirin ku ew ê ji bo pêkhatina hevdîtinê fermana pêwîst bide. Lê belê tevî vê jî polîsan destûr nedan parêzeran ku xwendekarên di binê çavan de bibînin. Li ser israra parêzeran polîsan diyar kirin ku bi tenê parêzerek dikare Mûhammed Ayata bibîne û ew ê destûrê nedin zêdeyî parêzerekî hevdîtin bi binçavkiriyan re bê kirin. Parêzeran dan xuyakirin ku ev yek qanûnî nîne û pêşniyar red kirin.

Parêzeran her çend xwestin bi Dozgerê Komarê re hevdîtinê bikin jî, xwe negihandin wî. Di hevdîtina bi Cîgirê Serdozgerê Komarê yê Wanê de dozger anî ziman ku piştî hevdîtina bi Serdozgerê Komarê re ew ê bersivê bide wan. Parêzer di dema sekna li benda biryarê de bi Midûrê Şaxê TEM re hevdîtin kirin. Midûrê Şaxê TEM'ê ji parêzeran re got, "Ez bi xwe bi malbatên binçavkiriyan re rûniştim. Gotin ku ew parêzerên ji rêxistinê tên, naxwazin. Ew ê bi xwe parêzerên taybet bişînin. Gelo hûn parêzeriya van bi tenê dikin? Beriya bûyera binçavkirinê, hin ji xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê rastî êrîşa şexsên hatine binçavkirin hatin. Hûnê parêzeriya wan jî bikin?" û bi vî rengî pêşî li hevîtina qanûnî ya parêzeran girt.

'LI TIRKIYEYÊ RÊYÊN QANÛNÎ XETIMÎNE, EM Ê SERÎ LI DMME BIDIN'

Sekreterê Şaxê Wanê yê ÎHD'ê Mûrat Melet çavdêriyên xwe yên der barê mijarê de ragihand û da zanîn ku polîs êdî hiqûqê ji nedîtî ve tê û pêvajoya aştiyê provoke dike. Melet da xuyakirin ku astengkirina hevdîtina parêzeran bi xwendekarên di binê çavan de wan dixe nava fikaran û got, "Polîs dibêje malbat vê dixwaze, lê yên ku serî li Baroya Wanê dan û daxwaza parêzeran kir, malbat bi xwe ye. Di rewşa niha de rêyên hiqûqî yên li Tirkiyeyê, ji destpêkê ve ji aliyê polîsan ve hatiye xetimandin. Helwesta kêfî ya polîs nayê qebûlkirin. Em ê jî di dema herî kurt de serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin."

'MALBATÊ LI MIN BI XWE GERIYA Û ALÎKARIYA HIQÛQÎ XWEST'

Parêzer Cemal Demîr ê nekarîbû muwekîlê xwe bibîne got, "Helwesta polîs bi temamî kêfî ye. Ev du roj in pirsgirêkên bi vî rengî derdixîne. Bi salan e parêzeriyê dikim, yekemcar li helwesteke bi vî rengî rast têm. Malbata xwendekarên Di binê çvan de li min geriya ji bo hevdîtinê bikim. Midûrê Şaxê TEM'ê rastiyan berevajî dikin. Ji girtinê û pê ve mafê hevdîtinê tê bikaranîn. Ev mafekî qanûnî ye. Sedema vê helwesta polîs, qanûna nû ya hatiye derxistine."