Xwendekarên di 19'ê gulanê de li Çanakkaleyê hatin binçavkirin dest bi greva birçîbûnê kirin û jê 3 rakirin nexweşxaneyê.
Ji xwendekarên di 19'ê gulanê de li Çanakkaleyê di operasyona bi navê "KCK'ê" hatin binçavkirin 9 kes hêj li Midûriyeta Polîsan tên girtin. Hate ragihandin ku 9 xwendkarên di binçavan de dest bi greva birçîbûnê kirin û polîs jî xwarinên ku malbatên wan anîne negirtine. Ji ber greva birçîbûnê xwendekarên bi navê Îzzet Coşkun, Ethem Şen û Nazli Laçîn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çanakkaleyê.
Di serdagirtinê de xwendekarên bi navên Ruken Yanik, Îzzet Coşkun, Nîmetullah Yilmaz, Latîfe Abîç, Leyla Eylem Încedursun, Nazli Laçîn, Hasan Cîbîr, Ethem Şen û Yusuf Sigan hatin binçavkirin.