Xwendekar li hember YOK’ê li kolanan e

Xwendekar li hember YOK’ê li kolanan e

Xwendekarên Zanîngeha Stenbolê damezrandina YOK'ê şermezar kirin.

Xwendekarên endamên Forma Zanîngehê ji bo damezirandina YOK'ê şermezar bikin ji qada Tunela Stenbolê heta qada Galatasarayê meşek li dar xistin. Xebatkarên avasaziyê jî piştgirî dan çalakiya xwendekaran. Di çalakiyê de pankartên "Ji zanîngehê heta Rojhilata Navîn ji bo azadî û jiyanê birêxistin dibin" û "YOK'ê rake zanîngehê rizgar bike" hatin vekirin û dirûşmên "Ciwan di îsyanê de ne, li hemberî YOK'ê li qadanê", "YOK wê rabe, polîs wê biçe zaningeh bi me re azad bibe", û "Bijî berxwedana Kobanê" hatin berzkirin.

Li ser navê xwendekaran xwendekara Zanîngeha Marmarayê Nurbanu Guver daxuyanî xwend. Guver da zanîn ku zanîngeh ji serî heta dawî bûne pirsgirek û wiha got: "Zanîngeh di bin destê YOK'ê de ji sermayeyê re tê pêşkeşkirin. YOK çiqas zanîngahê derxe piyasayê li zanîngehê jî ewqas kedxwarî zêde dibe. Perwerde çiqas bibe berhemê piyasayê, di perwerdeyê jî ewqasî kedxwarî zêde dibe."

Çalakî bi xwendina sirûdê bi dawî bû.