Xwediyê Xelata Nobelê Serokkomar Horta: Divê Ocalan azad bibe
Serokkomarê Duyemîn ê Tîmor a Rojhilat û Xwediyê Xelata Nobelê Horta xwest, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.
Serokkomarê Duyemîn ê Tîmor a Rojhilat û Xwediyê Xelata Nobelê Horta xwest, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.
Serokkomarê Duyemîn ê Tîmor a Rojhilat û Xwediyê Xelata Nobelê Horta xwest, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe. Horta ji bo Kurdan got, "Dişbin Rûsên leheng ên artêşa Naziyan şikandin." Horta dest nîşan kir ku Têkoşîna Azadiyê ya Gelê Kurd li gelemperiya cîhanê bi rêzdarî tê pêşwazîkirin.
Duyemîn Serokkomarê Tîmor a Rojhilat Jose Ramos Horta, ku piştî sala 1999'an dema rizgariya Tîmora Rojhilat ji Endonezyayê hat hilbijartin, di sala 1996'an de hêjayî Xelata Aştiyê ya Nobelê hat dîtin. Horta ku di navbera Hezîrana 2006'an û Gulana 2007'an de wezîfeya serokwezaretiyê meşand, di navbera salên 2007-2012'an de Serokkomarî kir.
Tîmor-Leste ku berê weke Tîmor a Rojhilat dihat naskirin, di navbera salên 1975-1999'an de di bin dagirkeriya Endonezyyaê de ma. Di nava 24 salên dagirkeriyê de, yek ji sê parên nifûsa Tîmorê tine bû. Horta yê ku li sirgûnê bû, ji bo welatê wî bi awayekî aştiyane serbixwe bibe, xebitî.
Jose Ramos Horta, der barê pirsgirêka Kurd û têkoşîna azadiyê de bersiv da pirsên ANF'ê.
'KURD ŞERVANÊN HERÎ WÊREK ÊN CÎHANÊ NE'
Der barê pirsgirêka Kurd de hûn çi difikirin?
Gelê Kurdistanê li zilma herî giran a dîrokê rast hatiye û hem di dema Osmaniyan de hem jî piştî dema Osmaniyan bûne qurbanên pêvajoya ji nû ve dîzaynkirina herêmê. Tevî vê yekê şervanên herî wêrek ên cîhanê ne.
Hûn qet çûn Kurdistanê?
Ez qet neçûm erdnîgariya Kurdistanê, ji bo vê jî nehatim vexwendin. Her wiha ne bawerim ku serdaneke min a ji bo wê derê feydeyê bide pêşdeçûna têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, ku heyranê wê me.
Hûn têkoşîna xwe û ya gelê Kurd dişibînin hev?
Têkoşîna me ya azadiyê weke 'doza hatiye windakirin', 'xeyala nepêkan e' hat beralîkirin. Li hemberî 250 mîlyon Endonezyayiyan em gelekî bi tenê ji mîlyonek mirovan bûn û hînê jî welê ne. Tevî vê yekê, dîktatoriya li Endonezyayê, ji aliyê DYA, Kanada, Awûstralya, Elmanya, Îngilîstan, Japonya û hemû hêzên mezin ên rojavayî ve hat destekkirin. Lê belê ev 'doza me ya windakirî' û 'xeyala nepêkan' bi ser ket. Em azad in. Em bi xwe re, bi Endonezya û tevahiya cîhanê re di nava aştiyê de ne.
'LI SÛRIYEYÊ HER KESÎ ŞAŞÎTÎ KIR; TIRKIYEYÊ FIRSENDA ZÊRÎN JI DEST REVAND'
Der barê Şoreşa Rojava û kaosa li Sûriyeyê de hûn dixwazin çi bêjin?
Li Sûriyeyê her kesî hesabên şaş kirin; mûxalefeta demokratîk, Ewropa û DYA rejîma Esas sivik dîtin. Mûxalefetê daxwazeke bê aqil a weke 'divê Esad tavilê îstifa bike' kir. Red kir ku rejîmê tevlî diyalog û lihevkirinê bike. Rejîma Esad jî pêşniyareke xurt a diyalog û lihevkirinê pêşkêş nekir.
Piştî serketinên li Lîbyayê, DYA, Îngilîstan û Fransayê bawer dikirin ku rewşa li Sûriyeyê jî wê bi heman rengî be. Ev hesabekî şaş bû. Lîbya ti carî nebû xwedî artêşeke cidî û profesyonel. Gelek çekên xwe hebû, lê belê hêzên xwe yên leşkerî yên profesyonel ti carî nebû. Sûriye rewşeke gelekî cuda bû, ji ber ku xwedî hêzeke leşkerî ya bi ezmûn û hevalbendekî xurt ê mîna Rûsya hebû. Tirkiyeyê hesabên gelekî şaş kir.
Firsenda Tirkiyeyê hebû ku destekê bide hewldanên bidawîkirina şerê li Sûriyeyê, lê belê ev firsenda dîrokî ji dest revand. Diviyabû li dijî rejîma Esad helwesteke ewçend dijberbûyînê nîşan nedabûya. Hîn bêhtir bi xwînsarî û berpirsyarî rabûya û bê alî tevbigeriya. Diviyabû ji bo lihevkirineke rasteqîn a li Sûriyeyê alîkarî bida hemû aliyan.
Li gorî tecrûbeyên we, gelo rewşa aloz a li Kurdistan û Rojhilata Navîn wê di dema pêş de bigihêje kîjan radeyê?
Mixabin li cihekî dûrî çareseriyê dixuye. Destewerdana yekser a Rûsyayê, şer dijwartir dike. Lê belê di rewşeke ku DYA û welatên din destekê didin mûxalefetê de, weke hêzeke super Rûsya ya li Sûriyeyê berjewendiyên xwe hene, nikarîbû xwe ji vî şerî vegirta.
Di heman demê de, ji ber ku xeterî ji bo hemû aliyan gelekî mezin e, û rîska şerekî mezintir gelekî zêde ye, DYA, Tirkiye û Rûsya divê anor û berjewendiyên xwe li aliyekî bihêlin û ji bo afirandina çareseriyek li tevahiya herêmê, hîn bêhtir bikevin nava hewldanan.
'RÊBERTIYA KURDAN PÊŞNIYARÊN RASTEQÎN PÊŞKÊŞ KIR'
Mirovên mîna we li qada navneteweyî tên naskirin, gelo ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê çi bikin?
Bi dîtina min, serxwebûna tam a herêma Kurdistana Iraqê êdî rastiyeke nema dikare bê guhertin e. Girîng e hikûmeta Iraqê jî xwe li gorî vê rewşê sererast bike. Pêwîste her du alî peymaneke xurt destnîşan bikin, ku bi Kurdistana Iraqê ya serbixwe ya nû re li qadên civakî, çandî, aborî û ewlekariyê hevkariyeke xurt bikin. Ev yek testeke zanebûn û lîderiya her du aliyan e.
Der barê pirsgirêka Kurd a li Tirkyeyê de; nêzîkatiya hikûmeta Tirk ku Kurdan weke dijmin dibîne û bi vî rengî nêzî wan dibe, nêzîkatiyeke maqûl nîne. Rêbertiya Kurd a bi pêşengiya Ocalan, bi pêşkêşkirina pêşniyarên rasteqîn re dawî li şîdeta çekdarî anî. Dewleta Tirk diviyabû li pêşberî vê yekê Ocalan serbest berda, lê belê li şûna serbestberdana Ocalan wî hîn li girtîgehê radigire.
Kurd ku gelekî qedîm e, di serî de DYA gelek caran rastî xiyaneta hemû hêzên mezin hatin. Û her carê jî li hemberî her xiyanet û şer bi ser ketin. Rastî hêzeke çiqasî mezin bên jî, ew ê ti carî li hemberî kesî winda nekin.
'DIVÊ ENQERE BIRÊZ OCALAN Û GIRTIYÊN DIN ÊN SIYASÎ SERBEST BERDE'
Azadiya Ocalan wê tevkariyeke çawa li çareseriya pirsgirêka Kurd bike?
Mîna Kosovayê azadiya Kurdistana Iraqê jî weke rewşeke jêneveger tê dîtin. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê bi diyalogê, bi naskirina nasnameya Kurd û li ser bingeha xweseriyeke berfireh a siyasî, bi dîtina min hînê şensek heye. Mînakên bi vî rengî li cîhanê gelek in. Bi taybetî Hîndîstan û Endonezya di vî warî de mînakên bedew in.
Divê Tirkiyeyê fêm kiribe, ku kampanya leşkerî ya bê encam a heta roja îro li dijî Kurdan bi kar anî, rê li ber bandoreke dijber vekiriye. Ji bo lihevkirina civakên olî û etnîkî yên cuda li welatekî, ders ji mînakên Hîndîstan û Endonezyayê werbigire. Di pêvajoyeke bi vî rengî ya rasteqîn de gava destpêkê ya divê were avêtin, bidawîkirina çalakiyên leşkerî yên her du aliyan e. Û pêwîste Enqere, Birêz Ocalan û girtiyên din ên siyasî serbest berde.
'TÊKOŞÎNA KURDAN LI GELEMPERIYA CÎHANÊ BI RÊZDARÎ TÊ PÊŞWAZÎKIRIN'
Li gorî we, têkoşîna Kurdan li gelemperiya cîhanê bi têrkerî tê naskirin?
Neheqiya gelê Kurd lê rast hat û têkoşîna azadiyê ya leheng a gelê Kurd li hemberî van neheqiyan, li gelemperiya cîhanê êdî gelekî tê naskirin û bi rêzdarî tê pêşwazîkirin. Pêwîste li Tirkiye û devereke din a cîhanê, xwe ji şîdeta li hemberî sivîlan mîna heta niha vegire.
Civaka Kurd a li Ewropa û Awûstralyayê dijîn, girîng e xwe ji xwepêşandanên şîdetê vegirin. Divê hurmetê nîşanî personelên dîplomatîk, milkiyet û xebatên Tirkiyeyê bidin. Dema hûn mirovekî bêguneh an jî şervanekî dîlgirtî bikujin, hûn hingî ji dijminê xwe baştir nabin. Hûn sempatiya navneteweyî winda dikin. Pêşniyara min ew e ku ti carî şîdetê li hemberî mirovên bêguneh nekin.
'KURD, RÛSÊN KU ARTÊŞA NAZIYAN ŞIKANDIN TÎNIN BÎRA MIN'
Têkoşîna Kurdan a li dijî DAIŞ'ê, ji bo we tê çi wateyê?
Şervanên Kurd ku di nav de jinên leheng jî hene, li gelemperiya cîhanê rastî eleqeyeke mezin hatin. Cîhan hemû bû heyranê wan. Kurd, Rûsên leheng ên di 2. Şerê Cîhanê de artêşa Nazî şikandin û di gelek şerên li Ewropa û Rûsyayê de cih girtin, tînin bîra min. Di nava van de ya herî zêde tê naskirin şerê Stalîngradê ye, ku wê her tim weke yek ji destanên lehengiyê yên dîroka mirovahiyê bê zanîn.