Xizmên windayan li aqûbeta Haci Şîlî yê ji aliyê leşkerên Tirk ve hat 'windakirin' pirsî

Xizmên windayan li aqûbeta Hacî Şilî yê ku di dema destgîrkirinê de ji aliyê leşkerên Tirk ve hatibû windakirin, pirsîn.

Malbatên Windayan û Rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 722’an de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezana Amedê li dar xistin. Malbatên ku wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin hilgirtin vê hefteyê li aqûbeta Haci Şîlî yê ku di sala 1993'an de li Şirnexê hate windakirin pirsîn. Sazî û komeleyên ku tev li daxuyaniya 10'ê Kanûnê Roja Mafê Mirovan a Cihanê bibûn jî beşdarî çalakiya xizmên windayan bûn.

Di destpêkê de Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Abdûllah Zeytûn axivî. Zeytûn bal kişand ser Roja Mafê Mirovan a Cihanê û got ku divê dewlet qanûnên di Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan de bi cih bîne.

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî anî ziman ku dema mirov li wêneyên windayan dinêrê li ser bajar, navçe û gundan kesan dibîne û wiha axivî: “Ev yek şerma dewletê ye. Dewletê car caran edalet, helalî xwest û hevrûbûnê tîne ziman lê 30 sal in ev xwestina helaliyê pêk nehatiye. Polîtikayên bê cezakirinê ya li dijî Kurdan polîtikaya dewletê ya sîstematîk e. Me gelek caran aniyê ziman piranî dosya ji ber ku mexdûr Kurd in bi bêcezahiştinê encam girtine. Taybetî jî binpêkirina mafan ku ji aliyê hêzên dewletê yên lêşkerî pêk hatine bi bêcezahiştinê encam digire. Lê dijî vê yekê têkoşîn jî wê berdewam bike. Ji bo kujerên windayan bên dîtin û cezakirin, çalakî û hewldanên me wê berdewam bikin. Em li ser erdnîgariya ku herî zêde binpêkirinên mafan pêk tên dijîn.”

Çîroka Haci  Şîlî ji aliye  Endama  Lijneya Şaxa ÎHD'a Amedê Jiyan Ormanli ve hat xwendin, Ormanli anî ziman ku Haci Şîlî dema ji aliye lêşkeran ve hatiye destgîrkirin birayê wî Tahîr jî bi wî re bûye. Ormanli, diyar kir ku malbat heta şevê li bendê disekinin lê tu agahî ji Haci Şîlî nagirin û wiha got: “Ji ber zextan malbata Şîlî neçar dimîne ku ji Sêrtê koç bikin. Piştî ku li ser windabûna Haci Şîlî re demek derbas dibe bi navê Kader zarokeke wî çêdibe û ji ber ku ew windayê di nifûse de li ser birayê wî qeyd dikin. Di 20’ê Kanûna 1993’an de Şîlî hatiyê windakirin û hêj jî agahî jê nehatiyê girtin."

ÊLIH

Li Êlihê jî xizmên windayan û ÎHD'ê di hefteya 558'an de li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Gulîstanê hatin cem hev. Rêveberê Şaxa ÎHD'ê Ahmet Şiray bal kişand ser Hefteya Mafên Mirovan û anî ziman ku zext û hawirdora tundiyê zêde dibin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Raporên salane yên Komeleya Mafên Mirovan û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê ku her sal bi raya giştî re tên parvekirin, bi awayekî zelal asta binpêkirinên mafan ên ku em hemû şahid in û di rojeva xwe de rastî wan tên. Bi taybet zextên li ser azadiya derbirînê, mafê jiyanê û êşkenceyê, muameleya xerab, binpêkirinên mafan ên weke qedexeyê gihiştiye astek cidî. Li welêt girtîgeh di nav cihên herî bêparastin û xeternak de ne. Girtîgehên ku nîşaneya hurmeta dewletan a ji bo mafên mirovan e, ji binpêkirina mafê jiyanê heta êşkenceyê û xwegihandina mafê tenduristiyê, cihên ku binpêkirinên giran lê tên jiyîn e.”

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.