Xizmên windayan ji bo Tosûn ê 27 sal berê 'hatiye windakirin' kom bûn

Xizmên windayan û şaxa ÎHD'ê ya Amedê ji bo aqûbeta Fehmî Tosûn bipirsin ê ku 27 sal berê ji aliyê hêzên dewletê ve hat windakirin, kom bûn.

Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 714’an a çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” de careke kom bûn. Xizmên windayan ên li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê yê li Parka Koşûyolû ya li navçeya Rezanan Amedê kom bûn, wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin hilgirtin. Xizmên windayan di vê hefteyê de çîroka Fehmî Tosûn xwend. Tosûn di 19’ê Cotmeha 1995’an de, di dema destgîrkirinê de hatibû windakirin.

Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz çîroka Fehmî Tosûn xwend û qala serpêhatiya wî kir. Akdenîz bi bîr xist ku bi ser windakirina Fehmî Tosûn 27 sal derbas bûne û da zanîn ku têkildarî aqûbeta Fehmî Tosûn lêpirsîneke bibandor nehatiye kirin û wiha got: “Bila demildest têkildarî aqûbeta Fehmî Tosûn lêpirsîneke bibandor bê kirin û kesên ji vî sûcî berpirsyar bên cezakirin. Çend sal derbas bibin bila bibin, ji bo Fehmî Tosûn, ji bo hemû windahiyên xwe em ê dest ji daxwaza edaletê bernedin.”