Xizmên girtiyan: Bila deriyên Îmraliyê bên vekirin!
Fehîme Poyraz di Nobeta Edaletê de axivî û got, "Bila deriyên Îmraliyê bên vekirin."
Fehîme Poyraz di Nobeta Edaletê de axivî û got, "Bila deriyên Îmraliyê bên vekirin."
Xizmên girtiyan ên Îzmîrê bi mebesta berdana girtiyên nexweş û yên cezayê wan qediyaye lê nayên berdan û rakirina sepanên tecrîdê yên li girtîgehan, dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya xizmên girtiyan di roja 148’an de li pêşiya Baroya Îzmîrê berdewam kir. Di çalakiyê de malbatan pêşmalkên “Deng bidin zindanan” û “Ji bo girtiyên nexweş azadî” li xwe kiribûn û dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Ji şer re na” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Endam û rêveberên rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Karşiyakayê, Partiya Azadiya Civakî (TOP) û jinên ji Piştevaniya Morê jî piştgirî dan malbatan.
Di çalakiyê de yek ji xizmên girtiyan Fehîme Poyraz ku keça wê Denîz Poyraz li avahiya HDP’a Îzmîrê hatibû qetilkirin, di çalakiyê de da zanîn ku 151 roj in daxwaza edaletê dikin û ev tişt anî ziman: “Zarokên me yên di girtîgehan de nexweş in. Em dixwazin ku zarokên me werin berdan. Em dixwazin ku di serî de li Girtîgeha Îmraliyê, dawî li tecrîda ser tevahiya girtîgehan bînin. Bila deriyê Îmraliyê bê vekirin û aştî pêk were. Weke dayik em destê xwe dirêj dikin û dibêjin ku bila aştî û biratî çêbibe. Tenê bi vekirina deriyê Îmraliyê re dikare aştî pêk were. Bila dayik êdî negirîn û rondikan nebarînin.”