Xelatgira Aştiyê ya Nobelê Jody Williams piştgirî da Rêber Apo

Xelatgira Aştiyê ya Nobelê Jody Williams piştgirî da banga Rêber Apo. Jody Williams got, "Hem desthilatdariya li Tirkiyeyê hem jî saziyên navneteweyî yên pêwendîdar neçar in ku li gorî vê pêvajoyê gavê biavêjin."

Aktîvîsta dijberê şer Jody Williams ku Xelata Aştiyê ya Nobelê wergirtiye, bi peyamekê piştgirî da banga Rêber Apo ya 27'ê Sibatê û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk. Jody Williams peyamek ji Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) re şand û got, "Ez jî weke gelek kesan piştgiriyê didim van hewldanên nû ku ji bo aştiya navbera Kurd û Tirkan têne kirin. Şerê bi dehan salan tenê bi diyalogeke vekirî û durust, bi îradeyeke ji dil a ji bo demokrasî û aştiyeke mayinde dikare bi dawî bibe."

Jody Williams nameya vekirî ya 88 Xelatgirên Nobelê bi bîr xist ku ji bo piştgiriya banga Rêber Apo hate weşandin û got, "Me diyar kir ku em girîngiya vê bangê û gava bi wêrekî silav dikin ku ji bo aştiyê pêvajoya fesixkirina PKK'ê û çekdanînê da destpêkirin. Lê belê ev guherîn tenê bi xwestinê nabe. Hem desthilatdariya li Tirkiyeyê hem jî saziyên navneteweyî yên pêwendîdar neçar in li gorî vê pêvajoyê gavê biavêjin."