Xebatên Enstîtuya Kurdî yên ji bo nirxandina pirtûkên nivîskaran
Komek rewşenbîr û nivîskarên Kurd, ji bo nirxandina pirtûka nivîskar û lêkolînêr Şoreş Reşî li Enstîtuya Kurdî ya Stockholmê hatin ba hev.
Komek rewşenbîr û nivîskarên Kurd, ji bo nirxandina pirtûka nivîskar û lêkolînêr Şoreş Reşî li Enstîtuya Kurdî ya Stockholmê hatin ba hev.
Şêwira şîrovekirina pirtûkê, bi piranî li ser Zoom û Facebook’ê ku torên civakî ne, hat parvekirin. Enstîtûya Kurdî ya Stockholmê, nirxandin û şîroveya naveroka her pirtûkeke ku biweşe, dike.
Armanca bi kombûyîna li hev a vê carê ya rewşenbîr û nivîskaran jî nirxandina pirtûka bi navê ‘’Siwariyên Sersor’’ a nivîskar û lêkolîner Şoreş Reşî ye. Di pirtûkê de bi piranî qala serpêhatî û dîroka Kurdên li Xorasanê dibe.
Beşdaran piştî ku nirxandin û şîrovekirinê, têkildarê naverok û nivîsandina pirtûkê pirs kirin û Şoreş Reşî bersiv dan.
Piştî nirxandina pirtûkê, Şoreş Reşî di hevpeyvîna taybet de wiha got:
Çi yan jî çi bûyer berê te a nivîsandina pirtûkeke wisa?
Min dema dibistan dixwend, me qet bi Tirkî nedizanî, her ji wan serdeman ve di serê min de nakokî çêbûn, piştî mezin bûm û çûme dibistana navîn û lîseyê, di beşê erdnîgariyê de li Kurdan rast hatim, ev yek ji min re bû weke deriyek ku berê xwe bidim rabirdûya Kurdan. Ji ber ku tiştê min ji hawirdora xwe dizanî û tiştê ku di dibistana dagirkeran de dihate gotin, ji hev cuda bûn.
Di serdema nivîsandina pirtûkê de te çi zorî û zehmetî kişandin?
Ji bo her nivîskarekî/ê nivîsandina pirtûkekê ne karekê hêsan e, ji ber ku li rex karê ji bo debara jiyana xwe ya rojane, lazim e hin lêkolînan li ser dîrok û erda ku bûyer lê qewimiye lêkolîn were kirin û divê mirov hin tiştan bi çavên xwe bibîne. Ji ber ku dijmin dîroka Kurdan rast nenivîsiye.
Pirtûka we derket û pîroz be, tiştek ku we di nava pirtûkê de kêm hêlaye an şîroveya taybet ya te bi xwe li ser pirtûkê çi ye?
Bêyî guman ev romane ke, ev li ser bingeha dîroka Mîrnişîniya Sorqadiran e. Min hewil da ku sê zaravayên herêmê jî bixim nav pirtûka xwe. Di pirtûkê min behsa çand û baweriya herêmê kiriye.
Pirtûk xîtabî kîjan xwendevanan dike?
Pirtûk bi xwe xîtabî hemû hezkiriyên wêjeya Kurdî dike. Navên herêmên ku hatine jibîrkirin ji nû ve nivîsandiye. Min hewil daye ku rastiyê binivîsim û bigihînim ber destên xwendevanan.
Giringiya xebatên wiha çi ye, rexne û pêşniyaz çi ne?
Pirsgirêkên ku nivîskar tev rû bi rû dibin, pir pirtûk tên nivîsandin û gelek di ber çapkirina wan de tê dayîn, lê belavbûn û gihîştina ber destên xwendevanan ne bi dilê me ye.