Xala herî bi niqaş a ‘Qanûna Sansorê’ hat qebûlkirin
Xala 29’emîn a herî bi niqaş a ‘Qanûna Sansorê’ ku cezayê girtinê pê tê pêşbînîkirin, li Desteya Giştî ya Meclîsa Tirk, bi dengên AKP-MHP’ê hat qebûlkirin.
Xala 29’emîn a herî bi niqaş a ‘Qanûna Sansorê’ ku cezayê girtinê pê tê pêşbînîkirin, li Desteya Giştî ya Meclîsa Tirk, bi dengên AKP-MHP’ê hat qebûlkirin.
Li Desteya Giştî ya Meclîsê hevdîtinên ji bo "Qanûna Sansorê" ku wekî tê payin wê pê çapemenî û medyaya dîjîtal rû bi rûyê gelek astengiyan bibin, didomin. Îro xala 29'an a vê qanûnê ku xala herî zêde cihê nîqaşan bû û pê cêzayê girtinê tê pêşbînîkirin bi dengên AKP-MHP'ê hat qebûlkirin.
Li gorî vê qanûnê li "kesên ku weşanên wan bibin cihê fikar û tirs û xerakirina ewlehiya navxweyî û derve ya welêt" wê ji salekê heta 3 salan cezayê girtîgehê bê birîn.