Parlamentoya Tirkiyê biryara şerê li dijî Kurdan qebûl kir

Di meclîsa Tirk de biryara dagirkeriyê û êrîşên qirkirinê yên li ser Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate qebûlkirin.

Tezkereya ku ji bo dirêjkirina rayeya ku ji bo şerê dervayî sînor ê li Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Serokkomarê Tirk 2 salên din hatiye dayîn, pêşkêşî Lijneya Giştî ya Meclîsê hat kirin.

Piştî nîqaşên li lijneyê, biryara şer a ji bo dengdanê hat dayîn, bi dengên parlamenterên AKP-MHP, ÎYÎ PARTÎ, Partiya Saadetê, Partiya Pêşerojê û Partiya Dewa hat qebûlkirin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) û CHP’ê yên beşdarî dengdayînê bûn dengê "na" dan. Li gorî vê yekê 357 parlementeran dengê “erê” û 164 parlementeran jî dengê “na” dane.