WSJ israr dike: Ne yek du rapor hene!

WSJ israr dike: Ne yek du rapor hene!

Rojnameya Wall Street Journal ragihand ku Tirkiye dixwaze nerazîbûnên piştî nûçeya duh ji aliyê wan ve der barê rola DYA’yê ya di Komkujiya Roboskiyê de hat weşandin, kêm bike û got; “Têkildarê raporên Prodetoran ne yek, du rapor hene.”

Rojnameya WSJ’yê diyar kir ku agahiya sîxûrî ya Komkujiya Roboskiyê ji aliyê balefirên keşfê yên DYA’yê Predatoran ve hatiye girtin û piştre ji rayedarên Tirk re hatiye ragihandin. Rojnameyê bal kişand ser daxuyaniya Serfermandariya Tirk a der barê nûçeya WSJ’yê de û ragihand ku Serfermandariya Tirk bi daxuyan dixwaze nerazîbûnên mezin ên raya giştî kêm bike.

Rojnameya Wall Street Journalê bersiv da daxuyaniya “Nûçeya WSJ’ê ji rastiyan dûr e” a Serfermandariya Artêşa Tirk û rojnameyê diyar kir ku DYA’yê der barê vê Komkujiyê de ne yek, du rapor amade kiriye.

Rojnameyê destnîşan kir ku li gorî çavkaniyên ji rayedarên leşkerî yên DYA’yê, der barê bûyera di 28’ê berfanbara 2011 de li Roboskiyê qewimî de du rapor hatine amadekirin û wiha nivîsand; “Di rapora pêşî ya Predatorê de (balefirên keşfê yên bê mirov ên DYA’yê) tê gotin ‘li nêzîkê sînorê Tirkiyeyê, li herêma Bakûrê Iraqê karwanek ji mirov û heywanan pêk tê, bi karwanek din a ji mirov heywanan pêk tên re bûne ye.’ Rapora piştre hate aşkerekirin berfirehtir e: Amerîkayiyên li ser kontrola Predatoran, gava piştrast kirin ku karwan ber bi sînorê Tirkiyeyê ve diçe, gotine ku wana bi qasî 8 demjimêran li ser sînorê Tirkiye-Iraqê keşif kiriye. Rapor nabêje Predatoran di kîjan demjimêran de keşif kirine.”

Rojname destnîşan dike ku sûbayên Amerîkan ên li baregeha sîxûrî ya hevpar a li Enqereyê , liv û tevgera li ser sînor dîtine û ji muxatabên xwe yên Tirk re ragihandine û dibêje; “Wê demê, sûbayên Tirk berê Amerîkayiyan û balefirên bê mirov ên keşfê dan aliyek din û qada hewayî ya herêmê vala kirin. Rayedarên DYA’yê diyar kirin ku piştî Tirkan li herêmê operasyon dan destpêkirin, balefirên DYA’yî ne li wir bûn.”

Rojname dinivîse ku ev nûçe di navbera Washington û Enqereyê de mijarek pir nazik e û dinivîse; “Tirkiye naxwaze bê zanîn ku ev yek ji DYA’yê hatiye.”