Wezîrê Dadê Ergîn: Li girtîgehan 469 girtiyên nexweş hene

Wezîrê Dadê Ergîn: Li girtîgehan 469 girtiyên nexweş hene

Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn, diyar kir ku li saziyê înfaza cezayê 469 girtiyên nexweş hene.

Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn bersiv da pirsnameya parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu û got: “ Der barê tenduristiya girtî û hukumxwaran de hemû dane kirine bin qeydan û niha di bin şopandinê de ne.”

Ergîn da zanîn ku saziyên înfaza cezayê ji 2’ê nîsanê şûnde 469 nexweş hene û wiha got: “Ji vana 143 kes, raporên wan karê wan ên rapora tipa edlî ya ku di çarçoveya efû û înfaza serokomar de hatin paşvexistin didome, 231 jî tedawiyên wan li nexweşxaneyan didome. Der barê 95 kesan de jî ji aliyê Saziya Tipa Edlîve hate hînbûn ku nexweşiyên wan ne di çarçoveya efûyê de ye got tedawiyênwan li koxuşên wan berdewam dikin.”

Wezîrê Dadê Ergîn diyar ki rku li Kampusa Saziya Înfaza Cezayê ya Metrîsê ji bo hewcedariyên nexweşên girtî beşeke ku xizmetê dide 138 kesan hatiye avkirin. Ergîn wiha got: “ girtiyên nexweş yên giran ku hewcedariya wan bi lênerînê heye, ji vana 59 hatine tespît kirin ku, talîmata naqilkirinwan di 6’ê Adarê de derktiye. Di 30’ê adarê neqla wan ji bo Girtîgeha Tîpa T û R ya MetrîsÊ haitye destpêkirin.”