Wezîrê Dadê yê Tirk Sadullah Ergîn îdîayên “Efûya Giştî” yên ku duh Parlementerê AKP’ê yê Mêrdînê anî rojevê, derewand. Ergîn got; “Ew nirxandina parlementerê me bi xwe ye. Di rojevê de tiştek wiha tune ye.”
Bi fermana serokwezîrê tirk Erdogan heyek ku ji 5 parlamenterên AKP’ê pêk dihat li Bakûrê Kurdistanê ev hefteyek bi ÎHD, Memur-Sen, Mazlum-Der û Keskê re hevdîtin pêk anî. Parlamenterê Mêrdînê yê AKP’ê Abdurrahîm Akdag ku di nava heyetê de cih digirt duh daxuyaniyek da çapemeniyê û de barê xebtan de agahî da.
Akdag di berdewamiya daxuyaniyê de wiha dibêje: “Pêşiya perwerdeya kurdî ya weke dersa hilbijarte dikare bê kirin. Welatîbûna qanûnî hewceye bigihêje ewlehiyê. Ger ku hawira aştiyê bê tesîskirin dê efûya giştî derkeve. Ji rêveberiya rêxistinê ya sereke 250-300 kes dikare biçe welatên sêyemîn. Yên din dikarin tevlî qada siyasetê bibin. Di vê navberê de peywir dikeve ser milê BDP’ê”
Piştî vê daxuyaniyê, Alîkarê Serokwezîrê Tirk Bekîr Bozdag jî daxuyaniyek daû diyar kir ku tu xebatên wan ên bi vî awayî tune ne
Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn jî der barê mijarê de daxuyaniyek da û îdîayên “Efûya Giştî” yên ku duh Parlementerê AKP’ê yê Mêrdînê anî rojevê, derewand. Ergîn got; “Ew nirxandina parlementerê me bi xwe ye. Di rojevê de tiştek wiha tune ye.”