Wezîr Bozdag: Kiryarê kuştina Elçî dibe ku yek ji polîsan be

Parêzerê malbata Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî û hevparê buroyê parêzer Neşet Gîrasûn, axaftineke xwe ya bi Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag re, aşkera kir.

Derket holê ku Wezîr Bekîr Bozdag gotiye, "Dibe ku yek ji polîsên li cihê bûyerê, Elçî qetil kiribe."

Parêzerê malbata Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî û hevparê buroyê parêzer Neşet Gîrasûn, axaftineke xwe ya bi Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag re, aşkera kir.

Parêzer Gîrasûn da xuyakirin, ku Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag, dema serdana serxweşiyê li hevsera Turkan Elçî kir ew jî amade bû û anî ziman ku Bozdag di dema serdanê de li ser kiryaran ev tişt gotiye: "1; dibe ku yek ji polîsên li cihê bûyerê be, 2; dibe ku yek ji êrîşkarên direviyan, 3; dibe ku sûîqesteke plankirî be, 4; dibe ku ji aliyê xendekan ve gule hatibe teqandin."

Parêzer Gîrasûn axaftinên Elçî yên berî bê qetilkirin bibîr xist û got, "10 roj beriya bê qetilkirin, fikarên xwe anîbû ziman. Gotibû, 'Yek ji hedefên herî baş ên ji bo hêzên tarî, ez im'. Her wiha bal kişandibû ser ya bi serê Hrant Dînk ve hat û gotibû ku pêkane aqûbeta wî jî mîna ya Dînk be."

'ÎFADEYA POLÎSÊN GULE BERDAN, NÎNE'

Parêzer Gîrasûn axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Li wê derê min gotina Wezîr birî û axivîm. Min jê re got ku îhtimala kuştina Tahîr Beg bi fîşeka ji xendekan bê berdan, sifir e. Ji ber ku kolana xendek lê hene, ji kolana Tahîr Elçî lê hat qetilkirin, nayê dîtin. Min jê re got, 'Vê dibetiyê, ji nava yên we anîne ziman derxînin'. Du êrîşkarên direvin jî gumanbar xuya nakin, ji ber ku yek jê fîşekên wî qediya ye û çekê diavêje ser polîs, yê din jî çeka xwe dixe destê xwe yê din û direve. Lewma di vir de du dibetî dimîne. Me jî gelek caran li dîmenan temaşe kirin. Ya bûyer ji aliyê yek ji van 3-4 polîsan ve hatiye kirin, yan jî Elçî bi sûîqesteke ji berê ve hatibû plankirin hatiye qetilkirin. Di dosyaya ku dozgeriyê radestî me kiriye de, îfadeya polîsên gule berdidan nîne. Bi tenê îfadeya polîsê li cihê bûyera destpêkê heye."

'LI FARQÎNÊ JÎ GULE LÊ HATIBÛ REŞANDIN'

Gîrasûn da zanîn ku Elçî dema li dijî qedexeya derketina derve çû navçeya Farqînê, li vê derê jî tevî ku parêzer li derdorê hebû jî ji wesayîta zirxî gule lê hatibû reşandin.