Wêneyê ji aliyê Hîtler ve hat çêkirin bi 130 hezar Euro hat kirîn
Wêneyê ji aliyê Hîtler ve hat çêkirin bi 130 hezar Euro hat kirîn
Wêneyê ji aliyê Hîtler ve hat çêkirin bi 130 hezar Euro hat kirîn
Buhayê bilind ê ku wêneyên lîderê Elmanya Nazî Adolf Hîtler çêkirine pê tê kirîn, balê dikşîne. Wêneyekî ji aliyê Hîtler ve hat çêkirin, bi 130 hezar Euroyî hat kirîn.
Di daxuyaniya kargeha firotinê Aktionhaus Weidler a navenda wê li Nurnbergê ye de hat ragihandin, ku wêneyê akvarel ê Adolf Hîtler di sala 1916'an de çêkir, bi 130 hezar Euroyî hatiye firotin. Rêvebera kargehê Kathrîn Weîdler diyar kir ku, kesê wêne kiriye ji welatekî Rojhilata Navîn e û nexwestiye navê wî bê aşkerakirin.
Weîdler da zanîn ku wêne bi buhayekî ji bendewariyên wan jî zêdetir hatiye firotin û anî ziman ku malnameya orjînal a berî 116 salan, di vî buhayê pê hat kirîn de, xwedî bandor e. Weîdler da xuyakirin ku ji bo kirîna vî wêneyê ji aliyê Hîtler ve hat çêkirin, 12 kes tevlî bazara zêdekirina buha bûn, lê bi tenê du ji van kesan di muzayedeyê bi xwe de amade bûn.
Wêneyê 28x22 santîmetreyî yê Adolf Hîtler di sala 1816'an de çêkir, di heman salê de j Munchener Galerie ya li bajarê Munchenê hatibû firotin.
Gelek wêneyên ji aliyê Hîtler ve hatine çêkirin, di salên dawî de di muzayedeyê de tên pêşkêşkirin. Wêne ji nava Elmanya û derveyî wê, tê kirîn.
Li Elmanyayê, bi şertê ku nîşaneya xaça Naziyan û nîşaneyên din ên Nazî tinebe, destûr ji firotina berhemên dema Nazî tê dayîn.