Wekîlên HDP'ê ji bo biçin Îmraliyê serî li Meclîsê dan
Parlamenterên HDP'ê Fatma Kûrtûlan û Huseyîn Kaçmaz ku endamên Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclîsê ne, xwestin biçin Îmraliyê û hevdîtinê bi girtiyan re bikin.
Parlamenterên HDP'ê Fatma Kûrtûlan û Huseyîn Kaçmaz ku endamên Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclîsê ne, xwestin biçin Îmraliyê û hevdîtinê bi girtiyan re bikin.
Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Omer Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş nayê girtin. Wekîlên HDP'ê ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin.
Serlêdana ku li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan hate kirin wiha ye:
"Li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê, Abdullah Ocalan ê ku bi rengekî girankirî tecrîdkirî ye û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş, ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve ti agahî ji wan nayê girtin. Herî dawî di 25'ê Adarê de derfet ji malbatan re hate dayin ku karibin bi rêya telefonê bi xizmên xwe re biaxivin, lê axaftina wê demê ya telefonê ya bi Ocalan re jî ji ber sedemeke nediyar nîvco hatibû hiştin. Axaftina bi Hamîlî Yildirim re jî kurt bû û Konar û Aktaş diyar kirin ku ew 'tecrîdê şermezar dikin', lewma axaftina bi telefonê red kiribûn. Xizmên wan ji hingî ve agahiyê ji wan nagirin, ji ber rewşa wan a tenduristiyê û jiyana wan bi fikar in. Parêzeran jî serî li komîsyona me dan û xwestin ku bikevin dewrê. Malbatan her wiha serdana koma me ya li Meclîsê kirin û di vê mijarê de fikarên xwe parve kirin. Ji bo mafê ragihandinê yê malbatan 3u girtiyan, ji bo şopandina mafê agahîwergirtinê û bidawîkirina fikarên malbatan, ji bo çareserkirina binpêkirina mafên mirovan divê komîsyona me serdana Girtîgeha Îmraliyê bike."