Wekîlên HDP'ê Demîrel û Konca li Enqereyê hatin binçavkirin
Cîgira Seroka Koma HDP'ê û Parlamentera Amedê Çaglar Demîrel û Parlamentera Sêrtê Besîme Konca li Enqereyê hatin binçavkirin.
Cîgira Seroka Koma HDP'ê û Parlamentera Amedê Çaglar Demîrel û Parlamentera Sêrtê Besîme Konca li Enqereyê hatin binçavkirin.
Navenda Çapemeniyê ya HDP'ê li ser mijarê daxuyaniyek weşand û got, "Cîgira Serokê Koma me Birêz Çaglar Demîrel û Parlamentera me ya Sêrtê Birêz Besîme Konca îro saet di 24:00 de li pêşiya Navenda Giştî ya partiya me hatine binçavkirin."