Wekîlê HDP'ê Çepnî: Êriş yekser ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve hate birêxistinkirin
Parlamenterê HDP'ê Mûrat Çepnî diyar kir ku êrişa li ser avahiya HDP'ê ya Bajarê Îzmîrê yekser ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve hatiye birêxistinkirin.
Parlamenterê HDP'ê Mûrat Çepnî diyar kir ku êrişa li ser avahiya HDP'ê ya Bajarê Îzmîrê yekser ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve hatiye birêxistinkirin.
Li Îzmîrê êrişkarekî bi çek avêt ser rêxistina HDP'ê ya bajêr. Piştî ku agir berda avahiyê, xebatkara partiyê Denîz Poyraz qetil kir. Êrişkarê bi navê O.G. hate destgîrkirin. Li gorî nûçeya MA'yê, Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî diyar kir ku êriş yekser ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve hatiye birêxistinkirin.
Çepnî got, "Mîna êrişa çend roj berê ya li dijî Navenda Giştî ya HDP'ê ya li Enqereyê hate kirin, ev êriş jî rêxistinkirî ye. Em di demeke wiha de ne, desthilatdarî ji bo ji nava çala ku ketiye derkeve provokasyonên li dijî partiya me ji nû ve xistiye dewrê. Ji ber vê yekê em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li HDP'ê derkeve û li dora HDP'ê bicive."
Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya jî got, "Mehên dawî me hewl didan li hemberî êrişên bi vî rengî tedbîran werbigirin. Ji ber ku desthilatdarî bi xwe bûye tetîkkêş, bûye kujer."