Wê HDK'yî ji bo Rojava li Galatasaray bin

Wê HDK'yî ji bo Rojava li Galatasaray bin

Meclîsa Stenbolê ya HDK’ê, ji bo êrîşên li hemberî Kurdên Rojavayê Kurdistanê û qetlîamên sivîl şermezar bike û nerazîbûna xwe nîşan bide wê îşev li Qada Galatasaray çalakiyekê li dar bixe.

Di daxuyaniya ku li ser navê Meclîda Stenbolê ya HDK’ê hat dayîn de wiha hat gotin: "Çeteyên El Qaîdeyê yên AKP wan destek dike, çekan dide wan, piştgiriya lojîstîkê û nasnameya Komara Tirkiyeyê dide wan êrîşî Kurdên bajarokê Til Eran û Til Hasil ên girêdayî navçeya Sefîre ya Helebê dikin. Li gorî agahiyên destpêkê piraniya wan jin û zarok herî kêm 50 Kurd hatine qetilkirin. 350 sivîl jî hatine revandin

Ji aliyê çeteyan ve ji mizgeftên Til Aran û Til Hasilê bênavber bangên, “Mal û namûsa Kurdan helal e” tên kirin. Nêzî 40 hezar Kuırdên ku li bajarokên Til Aran û Til Hasil û derdoran wan dijîn di nav talûkeyê de ne. Em ê ji vê qetlîamê re bêdeng nemînin.”

HDK’ê ji bo şermezarkirina hewldanên qetlîaman ên li dijî Rojavayê Kurdistanê banga tevlîbûna çalakiya saet 19.00'an a li ber Lîseya Galatasarayê kir.