Wê Buldan silavên Ocalan ji dayikên Geverî re ragihîne
Wê Buldan silavên Ocalan ji dayikên Geverî re ragihîne
Wê Buldan silavên Ocalan ji dayikên Geverî re ragihîne
Serokwekîla Koma BDP'ê û Parlamentera Îdirê ya BDP'ê Pervîn Buldan anî ziman ku dê di 7'ê Tebaxê de bi jinên Geverî re hevdîtinê pêk bîne û wiha got: "Birêz Ocalan got 'Ji dayikên Geverî re silav, hezkirin û spasiyên min yên taybet bibêjin. Herî baş dayik û jinên Geverî pêvajoyê dişopînin, fêm dikin û piştgiriyê didin'. Ji ber vê yekê ez ê jî biçim Geverê û silavan ji wan re ragihînim."
Serokwekîla Koma BDP'ê û Parlamentera Îdirê ya BDP'ê Pervîn Buldan û Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş herî dawî di 21'ê Tîrmehê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Di hevdîtinê de Ocalan diyar kiribû ku dayikên Geverî êşên mezin kişandin, bi wehşetan re rû bi rû mane û di heman demê de herî zêde ew ê piştgiriyê bidin pêvajoya demokrasî û aştiyê û ji dayikên Geverî re silavên xwe yên taybet şandibû. Pervîn Buldan dê di 7'ê Tebaxê de biçe Geverî û silavên Ocalan ji dayikên Geverî re ragihîne û Buldan wiha got: "Birêz Ocalan got 'Ji dayikên Geverî re silav, hezkirin û spasiyên min ên taybet bibêjin. Herî baş dayik û jinên Geverî pêvajoyê dişopînin, fêm dikin û piştgiriyê didin'. Ji ber vê yekê ez ê jî biçim Geverê û silavan ji wan re ragihînim." Dê cihê hevdîtina ku piştî fitarê pêk bê piştre bê aşkerakirin.